Hejmara 190'emîn a Xwebûnê derket

  • 09:22 7 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 190’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Dubare cezakirin” derket. 
 
Rojnameya heftane Xwebûn bi manşeta "Dubare cezakirin" derket. Di hejmara xwe ya 190'emîn de rojnameyê di manşeta xwe de cih da tecrîda li Îmraliyê û şewitandina înfaza girtiyan. 
 
Nivîskarên rojnameyê Felemez Ulug û Kenjan Sasû bi nivîs û nirxandinên xwe bal kişand ser tecrîd û şewitandina înfaza girtiyan. 
 
Di surmanşetê de jî rojnameyê cih daye nûçeya ku bi Nûnerê TÎHV’a Amedê Mûrat Aba re der barê binpêkirinên mafan û îşkenceya ku ji aliyê leşker û polîsan ve li welatiyan tê kirin de hatiye çêkirin. 
 
Di rûpela jinê de bi Hevseroka Şaxa Duyemîn a Egîtîm Senê ya Amedê Zûha Sezer re der barê polîtîkaya perwerdeyê de nûçeyek hatiye çêkirin. 
 
Di rûpelê 4’an de bi nivîskar Yildiz Çakar re li ser xebatên wê yên wêjeyî hevpeyvîn hatiye kirin. 
 
Di rûpelê 11’an de der barê Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de nûçeyek hatiye amadekirin.
 
Rojnameyê di rûpelê 5’an de jî cih daye nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê ziman de. 
 
Her wiha Peymana Lozanê û êrişên li dijî xwezaya Kurdistanê jî rojevên rojnameya Xwebûnê ne.