ROJEVA 07'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 7 Tebax 2023
  • Rojev
 
* Rêwitiya azadiyê ya Rojnameger Denîz Firat ji Bakur destpê dike heta Rojhilat û Başûr berdewam kir, dayika wê Sultan Yildiztan, diyar kir ku Denîz ne wekî zarokên din mezin bû, ne bi zarokatiya xwe şabû û ne jî lîst û got: "Çend biçûkbû jî dilê wê her mezin bû. Bi rihê hevalan mezin bû. Her li pêy heqîqetê bû."  BI DÎMEN 
 
* Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen der barê binpêkirina mafan a li girtîgehan de axivî û da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û got: “Heta pergala tecrîdê neye rakirin wê girtî hêdî hêdî terkî mirinê bên kirin.” BI DÎMEN
 
*Endama OHD’ê parêzer Selîn Kan da zanîn ku bi sererastkirina înfazê re ji bo gumanbarên tundiyê ‘efû’ tê û ev jî wê tundiyê zêdetir bike. Selînê wiha got: “Ji kesên ku sûc dikin, gelek mexdûr dibin.” Ji Tora Parastina Jinê Gulay Alkan jî daxuyakirin ku divê civak ji vir şûnde zêdetir xwe rêxistin bike û kolanê bikar bîne. BI DÎMEN 
 
*Ji taxa Dîkmece Meryem Kutlu diyar kir ku bêyî ku elewiyên ereb muxatab bên girtin hewl tê dayîn axa wan bê îstîmlakirin û der barê asîmîlasyon û demografik de hewldan hene. Meryemê got cendermeyên di erdhêjê de nehatine alîkariya wan li nav erdan payîne û got ew bi biryarin darên zeytûnên xwe biparêzin. BI DÎMEN 
 
*Li gorî çeteleya tundiyê ya meha tîrmehê ya ajansa me JINNEWS'ê 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 4 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane.  ÇETELEYA TUNDIYÊ 
 
* Jinan daxwaza tevlîbûna Diyanetê ya ji bo Doza Kobanê nirxandin û diyar kirin ku ew ê weke platformên jinan û hêzên demokrasiyê li dijî vê têkoşînê bimeşînin. BI DÎMEN