'Tevlîbûna Diyanetê ya Doza Kobanê ji bo pêşerojê xeternak e'

  • 09:55 6 Tebax 2023
  • Rojane
 
DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan tevlî Mîhrîcana Munzurê bû bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP a li ser elewiyan û got: “Îro ji ber ku rê nedan zîhniyeta DAIŞ'ê bi Doza Kobanê tolê hildidin. Daxwaza tevlibûna Diyanetê jî ne daxwazeke ji rêzê ye û divê civak bi hesas nêzê vê mijarê bibe." 
 
21'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku di 3'yê Tebaxê de li Qada Seyît Roza ya Dêrsimê dest pê kir û îro bi dawî dibe. Tevî ku Walîtiya Dêrsimê konserên Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşî qedekir û biryara 15 rojan ji derveyî mîhrîcanê li bajêr tu çalakî û bername dê neyê lidarxistin da jî, di mîhrîcanê de peyama "Em li dijî qedexeyan li vir in" hat dayîn.
 
Bi salane li hember elewiyan polîtîkayeke taybet tê meşandin. AKP-MHP bi taybetî çand û xwezeya elewiyên Dêrsimê hedef digire. Derbarê polîtîkayên li hemberî elewiyan de Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan ji ajansa me JINNES'ê re axivî. 
 
‘Metoda asîmîlasyonê hatiye guhertin’
 
Kadriye, diyar kir ku Mîhrîcana Munzurê ji bo elewiyan taybet e û mîhrîcana ku niha pêk tê di encama têkoşînê de pêk hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Elewiyên Dêrsimê sed sal in bi komkujiyan re rû bi rû mane û bi taybetî jî bi komarê re jî bêtir bi êrişan re rûbirû man. Lê belê elewî li dijî van komkujî û asîmîlasyonan bawerî û çanda xwe didomînin. Desthilatdariya AKP-MHP niha metoda asîmîlasyonê guhertiye. Lê belê elewî ji van metodên asîmîlasyonê baş dizanin. Rêxistinên elewiyan ji bo vê pêvajoyê bihistiyar in. Êm ê tekoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Em lîstokên qirêj ên dewletê qebûl nakin’
 
Kadriyeyê da zanîn ku Dewleta Tirk dixwaze elewiyan di nav asîmîlasyona navxweyî de bifetisîne û got: "Malên Cemê wek saziyek çandî bi Wezareta a Turizm û Çandê ve hatiye girêdan. Em van lîstokên dewletê yên qirêj qebûl nakin. Dewlet bertilê dide hindek saziyên elewiyan û bi van metodan re berê xwe dide asîmîlasyonên nevxweyî. Dîsa wek metodên çêkirina mizgeftan a li gundên elewiyan, bernameya 'Ez ji derdora xwe re hesas im, xwediyê nirxên xwe me (ÇEDES)' û meleyên ku bi sedema 'şewirmendiya manewî' ji Îzmîr, Eskîşehîr û Tekirdagê tayînê Dêrsimê dikin. Ev tişt asîmîlasyon e. Ji xwe ev bi salanê dixwestin ku elewiya biguherînin û asîmîle bikin, lê belê vê carê ne bi tenê elewî, dixwazin hemû civatê biguherînin. Pêvajoya ku em jî wek Efganîstan, Îranê bibin ne li dûr e. Em bi xetereyek mezin re rû bi rû ne.”
 
‘Bêexlaqiyeke mezin derdixe holê' 
 
Kadriyeyê daxuyand ku ji bo pêşerojê pir bi fikar in û Mihrîcana Munzurê ji bo rêxistinê derfetek mezin e û wiha bi lêv kir: “Dewletên baviksalarî ji bo domandina hişmendiya xwe mirovên ku vê hişmendiyê li ser linga bide sekinandin ava dike. AKP-MHP di vê avakirinê de gelek serkeftî ne. Nêrîna ‘Serê wê digihijê li ser cilnivêjê’ bêexlaqîyek mezin derdixe holê. Desthilatdariya dewletên baviksalar bi salane bi oldariyê civatê radizîne."
 
'Rewşeke xeternak li ber me ye' 
 
Kadriyeyê, diyar kir ku tevlîbûna oldaran a li her qadê bi xwe re xetereyên mezin tîne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema ku li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer pêk hat Erdogan digot ‘Kobanê dikeve’, lê belê Kobanê neket. Niha jî hewl didin ku Diyanet mudaxilê Doza Kobaniyê bibe. Ev tişt tê wateya tolhildanê ya li hemberî serkeftina Rojava. Ev mudaxîlî ne ji rêzê ye û divê baş bê nirxandin. Dibe ku rojên pêş de Diyanet tevlî hemû dozên civakî bibe. Dozên hevberdana hevjînan, dê piştre fetwa bê dayîn û Diyanet me dikişîne nava rewşeke xeternak. Metirsî mezin e û divê em wê bibînin. Divê em serdemek tarî fam bikin. Divê demokrasî û jiyaneke bi rûmet ji aliyê hemû civakê ve were qebûlkirin û di vê wateyê de civak jî refleksekê nîşan bide."