Hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re vegot

  • 09:05 6 Tebax 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Newroz Uysal hevdîtina parêzeran a dawî ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk anîbûn nirxand û got: “5 sal in bi awayekî sîstematik cezayê dîsîplînê tên dayîn û biryarên qedexeyan tên dayîn. Ev ne tenê pirsgirêka hiqûqê ye ev pirsgirêka hemû kesên li Tirkiyeyê dijî ye.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an de li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha, agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyen gel wî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim nayê girtin. Herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtina parêzeran pêk hat û heta niha hemû serlêdanên hatine kirin jî bê bersiv mane û bi hincetên kêfî tên qedexekirin.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk û di heman demê de parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal der barê hevdîtina herî dawî ya 7’ê Tebaxa 2019’an de ji JINNEWS’ê re axivî.
*Tecrîda giran a li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. We herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anî. Hûn dikarin hinekî vebêjin?
 
Ji Gulana 2019’an heta Heziranê me 5 hevdîtin pêk anîn. Wek tê zanîn ji 27’ê Tîrmeha 2011’an şûnde qedexeyên parêzeran dest pê kirin û 8 salan destûr nedan tu hevdîtinek parêzeran. Di 2015’an de pêvajoya diyalogê jî tê de tu parêzer nikaribûn biçin cem muwekîlê xwe. Piştî 8 salan şûnde hevdîtin pêk hatin.  Di 2018’an de bi pêşengiya parlamentera HDP’ê birêz Leyla Guven grevek birçîbûnê hat destpêkirin. Piştî ev grev li hemû girtîgehan belav bû bi hezaran kes ketin grevê. Grev belav bûn û vegeriyan rojiyên mirinê. Li Ewropayê hinek çalakî pêk hatin û bi van re 7 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê hevdîtina yekemîn di 2’yê Gulana 2019’an de me pêk anî. 
 
Danezana dîrokî ya 7 xalî
 
Ji hevdîtina yekem heta ya dawî peyamên Ocalan ji bo rayagiştî hebûn. Di hevdîtina 2’yê Gulanê de danezana xwe ya 7 xalan ku hîna rojevîbûna xwe diparêzer amade kiribû. Di vê danezanê de siyaseta demokratîk, lihevkirina civakî, rêbazên muzakereya demokratîk, aştiyek bi rûmet cih digirt. Her wiha pêşniyarên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo partiya me, ji bo gelan cih digirt. Di vî alî de danezanek dîrokî li pêş me bû. Du hevdîtinên me yên din di 22’yê Gulan-12’ê Hezîranê de pêk hat û dîsa der barê ku grev bi dawî bûne yan na, şert û mercên tenduristiyê çawa ne de pêk hatibû. Hevdîtina 18’ê Hezîranê jî der barê parastina siyaseta riya sêyemîn, rexneyên derbarê partiya me de û nameya der barê rayagiştî de bû. Di vê nameyê de dîsa li ser girîngiya siyaseta demokratîk lihevkirina demokratîk dihat sekinandin.
 
Her hevdîtinekê peyamên dîrokî û girîng dihewand. Hevdîtina 7’ê Tebaxê di hawirek ku îhtîmala pevçûn an jî şerekî giran hebû de pêk hat. Navbera 5 û 7’ê Tebaxê de rayedarên leşkerî yên DYA’yê hatibûn Tirkiyeyê û der barê tespîtkirina herêmên taybet ên Rojava de mutabakat pêk dianîn. Roja em çûn hevdîtinê heman rojê mutabakat bi rayagiştî dihat parvekirin. Di hevdîtinê de Birêz Ocalan bixwe bang kir û got: Ger derfet ji bo min bê dayîn di hefteyekê de îhtîmala ez pevçûnê dikarim bi dawî bikim heye.
 
Em ji hevdîtinê derketin rayedarên DYA’yê û yên tirk mutabakat bi rayagiştî re parve kiribûn. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de ev mutabakat pêk anîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojava, Girê Spî, Qamişlo û Serêkaniyê êrîşên dagirkirinê hatibûn destpêkirin. Banga Birêz Ocalan a di 7’ê Tebaxê de nehat nirxandin, bersivandin û pevajoya pevçûnek nû hat destpêkirin.
 
*Ji wê rojê şûnde tecrîd didome, tecrîdê bandorek çawa li ser gelan û jinan kir?
 
25 sal in li Îmraliyê tecrîdek giran heye. Tirkiyeyê ev pergal heyî kir û konsesusek navneteweyî û siyaseta navneteweyî ya vê diparêze heye. Ev tecrîd ne tenê bandorê li ser birêz Ocalan li hemû qadan ên siyasî, leşkerî, aborî, dîplomatîk dike. Em li encamên tecrîda 25 salan dinêrin; dişibin polîtîkayên qirkirin û înkarkirina Kurdan a bi Lozanê re ketiye jiyanê. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tunekirina gelê Kurd e. 
Ji bo jinan ev çawa ye? Rayagiştî di nokteya azadiya jinê de cihê Birêz Ocalan baş dizane. Em jî vê her tim dibêjin û azadiya Birêz Ocalan tunebe azadiya jinê jî tune tune ye û civak jî ne azad e. Di hevdîtina 2019’an ya dawî de me ji birêz Ocalan re got ‘tu yê dîsa pirtûkê binivisî, amadekariyek we heye?’. Wî jî got ‘Na nanivîsim. Min her tişt nivîsî. Tenê ji bo jinan gotinek min a nîvco maye’. Em bi vê gotinê her tiştî baş dibînin .Tecrîdkirina Birêz Ocalan di heman demê de tecrîdkirina feraseta azadiya jinê ye.
 
Jin îro li dijî Lozanê li Kurdistan û her derê cîhanê pêşengiyê dikin û îro li Rojhilata Navîn ji ser dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ fikriyeta Birêz Ocalan şîn dibe. Tevî hemû êrîşan Birêz Ocalan sekna xwe ya li Îmraliyê parast û berxwedana aştiyê, xeta aştiyê ya li dijî şer parast. Jin jî îro têkoşînek dişibe vê didin.
 
*Li dijî tecrîdê gelek hewldanên neteweyî û navneteweyî pê hatin. Lê heta niha bi erênî bi encam nebûn. Hûn dikarin di vê mijarê de çi bêjin?
 
Tecrîda li ser Ocalan ne di hiqûqa tirk ne jî di ya navneteweyî de heye. Bi salan e di tecrîdê de israr heye. Ev sûcekî li mirovahiyê ye. Li gorî biryara DMME’ê ya 2014’an cezayê muebeta giran îşkence bixwe ye û dîsa Neteweyên Yekbûyî (NY), CPT di serdanên 2019’an de tespîtên încommunîcado kirin û NY’ê got divê demildest parêzer hevdîtinê bikin. Yanî tecrîd  di alî hiqûqî de bi qasî neteweyî aliyê wê yê navneteweyî jî heye.
 
Gelek serlêdanên ji bo Konseya Ewropa, NY’ê hene. Serlêdanên ji bo DMME û bangên ji bo CPT'yê hene. Îro CPT, Konseya Ewropa û NY her çiqas bi pergalên hiqûqî bên îfadekirin jî em dibêjin ku bila ew peywira xwe bînin cih, em dibînin ku serbixwe tevnagerin. Hemû hewldan di nokteyekê de tên rawestandin û encamekê nadin. Hêzên hegemon ên siyasî bêguman di vê mijarê de jî bi bandor in.
 
*Li dijî tecrîdê divê çi bê kirin? Partiya Çep a Kesk dikeve amadekariya plansaziyekê?
 
Teqez divê mafên hiqûqî yên Birêz Ocalan, hevdîtinên bi malbatê re bi parêzezeran re bi vasî re, hevdîtinên telefonê, şandina nameyan, mafên ragihandinê, televizyon û radyoyê nebin mijara şantajê. Divê ev mafên qanûnî bên nasîn. Divê giranî û lezgînbûna tecrîda li ser Ocalan demildest bê ferqkirin û ji holê bê rakirin. Ji bo vê divê demildest gav bên avêtin. Der barê vê de paşerojê de gelek xebat hatin kirin. Jinan konferans, panel, komxebat kir. HDP’ê di dema berê de meşa Gemlîkê pêk anî. Çalakiyên li ber Wezareta Dadê hatin lidarxistin. Lê mixabin gavên şênber li dijî van nehatin avêtin.
 
Ji bo ev encamekê bigirin divê qada navneteweyî, aliyê dîplomatîk û NY, konseya Ewropa, DMME, CPT, komîteya Wezîran, saziyên nûneriya wan a siyasî hene der barê vê de xeteke têkoşînê ya siyasî bihone.
 
*Herî dawî cezayekî dîsîplînê yê din hat dayîn. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
 
25 sal in li Îmraliyê pergalek kêfî heye. Em Îmraliyê îro wekî cihê dijhiqûqiyê îfade dikin. Hevdîtinên malbatê bi hinceta cezayên dîsîplînê tên astengkirin. Serlêdanên parêzeran bi hincetên cezayê 6 mehan carê tên dayîn tên astgengkirin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an de ye tu hevdîtinek parêzeran nehatiye kirin. Ji 5 salan zêde ye cezayên dîsîplînê û qedexeyên parêzeran tên dayîn. Yên îro li dijî tecrîda li ser Ocalan deng dernaxin, bila bizanibin ku ew jî li qadên cuda di heman rewşê de ne.