Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê dewam dike

  • 11:26 5 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest  pê kiribû, bi dewrgirtina koma çaremîn didome.
 
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger hat destpêkirin. Çalakiya Nobetê ya hatî destpêkirin, bi dewrgirtina koma çaremîn didome.
 
Çalakiya Nobetê dê her 5 rojan bi dewrgirtina komekê berdewam bike. Çalakî îro ji aliyê koma çaremîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevahî têkoşerên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen axivî.
 
‘Divê gelê Kurd dinava berxwedan û têkoşînek pir mezin debin’
 
Pakîstan Bîlen di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha got: “Em wek gelê Kurd di rewşek bi guman de ne û em dizanin xeterî û metirsiyek mezin di vê tecrîdê de heye. Dewleta tirk bi taybet jî hikumeta AKP-MHP'ê dixwazin bi van pêkanînên xwe yên qirêj gelê Kurd ji Rêbertiya wê bê agahî bihêle. Bê guman ev tecrîd ne tenê li ser Rêbertî tê meşandin, em dizanin li ser tevayî gelê Kurdistanê tê meşandin. Li her cihê ku lê dijîn de gelê Kurd di bin êrişek pir mezin de ye. Em jî wek gelê Kurd vê yekê baş dizanin, dewleta tirk bi van rê û rêbazên xwe yên qirêj ên ku li ser gelê Kurdistanê dide meşandin nikare bigihêje armanca xwe. Ji bo wê jî divê em li her cihekî Kurdistanê wek gelê Kurd di nava berxwedan û têkoşînek pir mezin de bin.”
 
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.