Jêderka ÇEDES'ê zihniyeta yekperest e

  • 09:27 5 Tebax 2023
  • Rojane
 
DÊRSIM - Seroka Giştî ya Komeleyên Çandê ya Elewiyan Seher Şengunlu Yilmaz tevgera  ÇEDES’ê û bandorên wê şîrove kir û wiha got: “Ji zanistê gelek dûr e. Hişmendiya dewletek, alek, netewek û olekê diparêze.”
 
Desthilatdariya AKP'ê bi salan e bi rêyên cûr bi cûr perwerdehiyê hedef digire. Bi rêya projeya Ez ji bo Derûdora xwe Bihîstiyar im, li Nirxên Xwe Xwedî Derdikevim (ÇEDES) mele, vaîz, pisporên olê wekî "şêwirmendên manewî" tayînî dibistanan dibin. Di sala 2021’ê de ÇEDES hat îmzêkirin û di dema dawiya 2022-2023’yan de hat sepandin. Ev di navbera Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Wezareta Werzîş û Civaniyê û Diyanetê de hat îmzekirin. Bi vê re mele û mamosteyên qursên Quranê di dibistanan de bi awayekî “şêwirmendên manewî” tên wezîfedarkirin. Li her aliyê Tirkiyeyê li dijî vê yekê perwerdekar, endamên akademiyê, rêxistinên pîşeyan û gelek komeleyan bertekên xwe nîşan dan. Seroka Giştî ya Komeleyên Çandê ya Elewiyan Seher Şengunlu Yilmaz jî li ser vê mijarê nirxandin kir. 
 
‘Birîna herî mezin perwerdeya pêdivîya olî ye’
 
Seroka Giştî ya Komeleyên Çandê ya Elewiyan Seher Şengunlu Yilmaz diyar kir ku birîna wan a herî mezin perwerdeya pêdivî ya olî ku di dibistanan de bi zarokan didin xwendin e. Seherê wiha berdewam kir: " Li dijî vî tiştî em xebatên xwe didomînin lê belê xebatên me çiqasî têrê dike, ew tê nîqaşkirin. 2 zarokên min jî hene, ez daxwaznameyê didim dibistana wan û di daxwaznameyê de didim nîşandan ku 'di baweriya min de tiştên ku hûn behs dikin tune ne û pêwîst e ku zarokên min ji van tiştan miaf bibin'. Lê belê dibêjin 'heger hûn zarokên xwe dişînin vê dibistanê zarokê we mecbûr e vê dersê bigire'. Zarok di navbera perwerdeya dibistanê û jiyanê de dimîne û tevliheviyêke mezin dijî. Em ji dayikbûnê heta dibistanê zarokên xwe li gorî baweriya xwe mezin dikin, zarok di dibistanê de tiştekî cuda hîn dibe. ÇEDES jî berhemek vê hişmendiyê ye."
 
‘Ev hişmendiya tenê olek tenê dewletekê ye’
 
Seherê diyar kir ku li gundên elewiyan mizgeft tên çêkirin û îbadeteke ku ew nakin ji wan re tê ferzkirin. Seherê wiha direjî da axaftina xwe: " Ez ne li hemberî bangê, nimêjê me. Em li vî  welatî bi hev re dijîn û em rûmetê didin her baweriyê. Lê belê wateyek mizgefta ku li gundên elewiyan de tê çêkirin tune ye. Ji ber ku mirovên gundên elewî naçin mizgeftê, îbadeta xwe li Mala Cemê dikin. Bila li şûna mizgeftan dibistanan çê bikin, çima mizgeftan çê dikin? Ev tevdîra ÇEDES’ê nayê qebûlkirin. Hûn ê zarokeke 10 salî bi meleyekî çawa  rehabîlîte bikin? Dema ku zarokên me pirsgirêkek pedîatrîk kişand mele wê çareseriyeke çawa bibînin? ÇEDES ji zanistê gelek dûr e û armanca vê jî yek e. Hişmendiya yek dewlet, yek al, yek netew û yek ol e. Ev hişmendî li ser zarokan nêrinek artêşparêz ava dike. Ne pêkan e ku em vî tiştî qebûl bikin. Em ê bi taybetî bi Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) di 16'ê Îlonê de, li Îzmîrê mitîngek hevpar li dar bixin. Em ferq dikin ku bi taybetî bajarên kozmopolît ên Tekîrdag, Îzmîr û Eskîşehîr hatiye hilbijartin. Ev tişta jî ji bo destpêkirina pûçkirina gel e."
 
‘Li Tirkiyeyê her ku diçe terîqet zêde dibin’
 
Seherê destnîşan kir ku ev hişmendî dibe sedema xwekujerên ku bi bombeyan di nav gel de xwe diteqînin. Seherê daxuyand ku li Tirkiyeyê her ku diçe terîqet û cemaet zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Elewî li dijî vê hişmendiyê ne. Ji ber vê yekê jî girseya ku ji xwe re hedef digirin zarokên elewî ne. Em ji bo vê xebatên hiqûqî jî dimeşînin. Em ê di destpêkê de mitîngekê li dar bixin û dengê xwe ji bo vê  derbixin. Piştre jî em ê bi pêvajoya dozan re li hemberî vê yekê têbikoşin.”
 
‘Tê xwestin ku hawirdorek bi tirs ava bibe’
 
Seherê da zanîn ku li Tirkiyeyê hiqûq tune ye û Diyanet dixwaze tevli doza Kobanîyê bibe, ev aqilberdan e. Seherê destnîşan kir ku Serokatiya Karên Oldarî îro tevli Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Wezareta Edaletê dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Ev talûkeyek pir mezin e. Niha bi zextên olî tê xwestin ku hawirdorek bi tirs bê avakirin. Em ê li hemberî vê xebatên xwe bidomînin.”