ROJEVA 05'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 5 Tebax 2023
  • Rojev
 
*Endama Produksiyona Fîlmê "Nameyên ji Şengalê" Çîgdem Roj diyar kir ku "Nameyên ji Şengalê" êş û berxwedana Şengaliyan raber dike û fîlm wiha nirxand: "Armanca me ya fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' ew e ku êş û dîroka berxwedanê bi riya fîlmekî em raber bikin."
DÎMEN HEYE
 
*Polîs Enes Aydemî destdirêjî li S.S kiribû û S.S vê carê dema têkoşîna hiqûqê dida li qereqolê, polîsan tundî lê kir. S.S der barê polîsên ku lê dan de doz vekir. S.S bang li hemû kesî kir ku ji bo rûniştina di meha îlonê de tê dîtin hestiyariyê nîşan bidin.
 
*Hevseroka HDP’a Colemêrgê Humeyra Armut da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûman destkeftiyên jinan hatine tunekirin û jin hatine hepskirin û got: “Em ê gelek projeyên xwe yên ku xeyalê me ne di pêvajoya nû ya rêveberiyên herêmî de bi jinan re pêk bînin.” DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Cemîle Turhalli, da zanîn ku Peymana Lozanê amûreke asîmîlasyonê ya li ser ziman û çandê ye û got, di encama polîtîkayên taybet ên tên meşandin de zaravayê zazakî yê kurdî di bin xeteriyeke mezin de ye. BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedar Hasîbe Mergîrkaon da zanîn ku bi Lozanê re Kurdistan li çar parçeyan hatibe veqetandin jî têkoşîna azadiya Gelê Kurd berdewam kiriye û got: “Heta em vî gel û welatî azad nekin em nikarin dest ji têkoşînê berdin. Ez bang li kurd û demokratan dikim, em di xeta neteweyî de bên gel hev.” BI DÎMEN 
 
*Seroka Giştî ya Komeleyên Çandê ya Elewiyan Seher Şengunlu Yilmaz tevgera  ÇEDES’ê û bandorên wê şîrove kir û wiha got: “Ji zanistê gelek dûr e. Hişmendiya dewletek, alek, netewek û olekê diparêze.” BI DÎMEN