TEV-DEM: Bila Jenosîd bê naskirin û qada hewayî bê girtin

  • 11:52 2 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî salvegera 9’emîn a qirkirina li hemberî Êzidiyan daxuyanî da û ev bang kir, “Divê civaka navneteweyî vê jenosîdê nas bike û li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker qada hewayî bigirin.”
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo bîranîna cangoriyên komkujiya Şengalê ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Êzidiyên Şengalê pêk aniye, daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Destpêkê em tevahî şehîdên komkujiyê bi bîr tînin. Beriya 9 salan civaka Êzidî li Şengalê bi fermaneke din re rû bi rû ma ku DAÎŞ’ê bi komployeke kirêt û bi desteka hêzên herêmî û navneteweyî di serî de dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ku wê demê Şengal kontrol dikir, êrîşî Şengalê kir û komkujî li dijî civaka Êzidî pêk anî. Armanc ew bû ku DAÎŞ’iyên terorîst li Şengalê bi cih bikin û Şengalê veguherînin navenda hêzên tarî û xirabiyê ji bo tevahî herêmê, mîrasê çandî û dîrokî yê îradeya civaka Êzidî ya Şengalê û hebûna wan tune bikin.
 
Civaka Êzidî xwedî dîrokeke bi berxwedan, têkoşîn, helwestên nîştimanî û nirxên mirovahiyê dagirtî ye, ji bo ku mîrasa çandî û cewhera civakî ya resen a Êzidiyatiyê biparêze. Ev civak îro bi siyaseta qirkirin û tunekirinê re rû bi rû ye. Peymana 9’ê Cotmehê, temamkirina qirkirina etnîkî ya li dijî civaka Êzidî, çewisandina cewher û ruhê vejînê ye, ku bi vî ruhî ji bo avakirina pergaleke demokratîk-civakî li Şengalê û deşta Nînowayê berxwedaneke dîrokî ya hemdem bi pêş ket. Ev ruh hêza xwe ji fedakariyên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo parastina vê mîrasê nîşan dane, wergertiye.
 
Ev berxwedan bû destpêka şoreşeke hemdem ji bo vejandina civaka Êzidî û avakirina rêxistinbûna wî bi rêya damezrandina saziyên demokratîk, avakirina yekîneyên berxwedanê yên ku teror têk bir û Şengal rizgar kir.
 
Em bang li civaka navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya NY’ê û rêxistinên têkildarî parastina kêmneteweyên etnîkî û olî dikin ku ji bo parastina îradeya gelan ji gefên qirkirin, komkujî, qirkirina etnîkî, guhertina demografîk erkên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bînin. Her wiha em bang dikin ku helwestê nîşan bidin da ku qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê bê ferzkirin, ev herêmên ku rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.
 
NY ku vê komkujiyê nas nake û hesab ji berpirsan naxwaze, berpirsê van jenosîd, sûcên dermirovî ye. Ev bêhelwestiya NY’ê, dewleta Tirk teşwîq dike ku dagirkeriya xwe berfireh bike û komkujiyên dîtir li dijî gelan pêk bîne.”