Li Şengalê meşek meşaleyî hat lidarxistin

  • 09:52 2 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi meşek meşaleyî cangoriyên Fermana 3’yê Tebaxa 2014’yan bi bîr anîn û ragihandin ku plana PDK’ê ya di 3’yê Tebaxê de bi ser neket, lê niha dixwaze di bin navê Peymana 9’ê Cotmehê de heman tiştî bike.
 
Bi boneya salvegera Fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’yan, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê, bi dirûşmeya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ meşek meşaleyî li dar xistin.
 
Meşa meşaleyî ji ser rêya Lofên a gundê Kolika destpê kir û heta Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimre îxanet’ hatin berzkirin.
 
Piştî meş gihişt Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin û daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Sara Botan ve hate dayîn.
 
Sara Botan wiha got: “Di serî de em hemû cangoriyên Fermana 3’yê Tebaxê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin. Em wek civaka Êzidî wê peyamê didin dijminê xwe, bi saya şehîdên wek Mam Zekî, Seît, Hesen, Pîro, Çeko û bi dehan şehîdên din ku serê xwe di oxira parastina vê civakê de dane, hûn ê nikaribin gelê me tine bikin. Em wek ciwanên Êzidî li ser xeta van şehîdan heta dawî em ê xwe li ber parastina vê civakê berpirsiyar bibînin û em li vir in. Di dema fermanê de plana tunekirina civaka me hatibû danîn, lê dijminê hov bi hemû hovîtiya xwe nikaribû me tine bike. Çawa bi saya berxwedana civaka Êzidî heta niha ev çiya serê xwe li hember dijmin netewandiye, wê ji îro û şûn ve jî serê xwe li hember ti êrişa netewîne. Ji ber ku kesên canê xwe fedayî ol û baweriya xwe bikin hene.”
 
Berdevka YCÊ Sara Botan di dewamiya axaftina xwe de balkişand li ser planên PDK’ê yên ji bo tinekirina Êzidiyan û wiha domand: “PDK’ê bi plana 3’yê Tebaxê negihişt armanca xwe, lê piştî wê niha dixwaze di bin navê Peymana 9’ê Cotmehê de heman tiştî bike. Çawa me ferman li ser xwe qebûl nekir, em ê vê Peymanê jî qebûl nekin. Gerîlayên ku di dema fermanê de bi hewara me hatin, em ji qirkirinê rizgar kirin îro carek din dewleta tirk êriş dike û pêwîst e em jî li wan xwedî derbikevin. Wan em rêxistin kirin, xwedî îrade û xatir ji me xwestin û çûn. Tenê tiştê ku emanetî me kirin ev şehîd bûn.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.