Li Konya û Îzmîrê erdhêj pêk hat

  • 19:49 1 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Selçûklû ya Konyayê û li navçeya Bûda ya Îzmîrê erdhêj pêk hat. 
 
Li navçeya Selçûklû ya Konyayê saet di 18.06’an de bi pileya 5.0 erd hejiya. Erhejê bandora xwe da bajarên derdorê jî û li wan deran jî erd hejiya. 
 
Li navçeya Bûca ya Îzmîrê jî bi pileya 3.9 erd hejiya. Hat ragihandin ku erdhej 6.0 kîlo metre di bin erdê de rû daye.