Kombûna Jinan a Zenûbya dest bi hemleya hişyarkirinê kir

  • 16:12 1 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbya bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Saziya Olî û Komîteya Tenduristiyê bi dirûşmeya “Em bi hev re civaka xwe biparêzin û aramiyê pêk bînin” dest bi hemleyeke hişyarkirinê kir.
 
Kombûnê têkildarî mijarê bi amadebûna endamên saziyên beşdar, li bajarê Reqayê daxuyaniyek da.
 
Li gorî daxuyaniyê, rêzeçalakiyên ku di çarçoveya hemleyê de îro dest pê kirin, dê li gund û bajarên Reqa, Dêrazor, Minbic û Teqbqayê heta 2 mehan dewam bikin
 
Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser sedem û girîngiya destpêkirina van rêzeçalakiyan û hat diyarkirin ku armanc hişyarkirina gel a li hember şerê taybet e.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina civakê erka her kesî ye. Bang li hemû ferdên civakê hat kirin ku beşdarî vê hemleyê bibin û hat gotin: “Em mil bi mil ber bi avakirina paşerojek baş, civaka exlaqî-polîtîk-demkratîk ve bimeşin û projeya xwe biparêzin.”