Li Meksîkayê stranên tundiya li ser jinan teşwîq dikin hatin qedexekirin

  • 14:07 1 Tebax 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛEÇEYAN - Li Chihuahua ya Meksîkayê, li qadên mûzîka zindî tên gotin de stranên dijminahiya jinan dikin û tunditiya li ser jinan teşwîq dikin hatin qedexekirin.
 
Li Chihuahua ya Meksîkayê bi pêşnûmeya ku ji aliyê partiya Pan ve pêşkêşî meclîsa şaredariyê hat kirin, li qadên mûzîka zindî tên gotin de stranên dijminahiya jinan dikin û tunditiya li ser jinan teşwîq dikin hatin qedexekirin. Bi qedexeyê re hunermendên ku tundiya mêran di nav gel de derdixin pêş û stranên weke dijminahiya jinan dikin tên dîtin dibêjin, 55 hezar sterline (1,9 milyon TL) dikare lê were birîn.
 
Li gorî nûçeya The Guardianê; Cezayê ku ji kesên ku qedexeyê binpê dikin bê girtin dê ji bo bername û stargehên ku şaredariyê ji bo jinan daye destpêkirin bê dayîn. Patricia Ulate, ya ku ji partiya Pan, got ku rastiyên bi êş ên wekî bûyerên tundiya giran a li ser jinan, qanûndaneran li dijî tundiya li ser bingeha zayendî dixe tevgerê.
 
‘Her çalakiya ji bo rakirina tundiya buyewî girîng e’
 
Seroka Komîsyona Jin, Malbat û Wekheviya Zayendî Patricia Ulate der barê qedexeyê de daxuyaniyek da û got: “Chihuahua yek ji pênc şaredariyên eyaletê ye ku ji ber rêjeyên bilind ên şîdeta bunyewî ya li dijî jinan hişyariya zayendî lê hatiye dayîn. Her çalakiya ji bo ji holê rakirina wan alîkarî bide girîng e."
 
Biryar dê ji bo çalakiyên ku ji aliyê şaredariyê ve tên lidarxistin de derbas bibe
 
Biryara qedexeyê ya li bajêr hatiye girtin dê ji bo çalakiyên ku şaredarî tên lidarxistin û çavdêrîkirin derbasdar be. Şaredarê Chihuahuayê Marco Bonilla der barê mijarê de daxuyanî da û got: “Kî straneke ku tunditiya li ser jinê teşwîq dike bibêje, ew ê bi cezayê pereyan re rû bi rû bimîne.” Û destnîşan kir ku mûzîka zindî ya ku jinan dike obje û zayendî dike jî dikare weke tunditî bê dîtin.
 
Di sala 2015’an de jî bajarê 1 mîlyon mirovî gotina mûzîka ku di qadên giştî de parêzvanî û teşwîqkirina tunditiyê dike qedexe kiribû.