Kampa Jineolojiyê ya li Baskê bi coş derbas bû

  • 14:05 1 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampa Jineolojiyê ya li Welatê Baskê ku bi dehan jin ên ji neteweyên cuda tevlî bûn, bi coş bi dawî bû.
 
Li herêma Baskê ya Spanyayê, bi navê 'Şehîd Raperîn Amed' kampeke Jineolojiyê di navbera 24 û 30'ê Tîrmehê de pêk hat.
 
Kamp li taxên çepgir û anarşîstan 'Errekaleor'ê hate lidarxistin û ji Katalonya, Valencîa, Mûrcîa, Welatê Baskê, Elmlanya û Îtalyayê 30 jin tevlî bûn.
 
Li kampê li ser mijarên îdeolojiya rizgariya jinê, hevjiyana azad û zanista jinê Jineolojiyê nîqaş hatin kirin.
 
Di kampê de li ser jiyan û têkoşîna Raperîn Amed û cangoriyên şoreşa Kurdistanê sînevîzyon hate nîşandan.
 
Her wiha li gel temaşekirina li fîlmê li ser PKK'ê, her wiha li ser çanda têkoşînê ya jinê nîqaş hate kirin.
 
Di kampê de her wiha Nagihan Akarsel hate bibîranîn ku li Silêmaniyeyê ji aliyê MÎT'ê ve hate qetilkirin.