Erebên li Şengalê piştgirî dan êzidiyan

  • 13:49 1 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Erebên li Şengalê bo boneya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek dan û piştgiriya xwe ya bi civaka Êzidî re dan diyarkirin.
 
Li gundê Barê yê Şengalê bi pêşengiya Meclîsên Herêma Ereban, Meclîsên Giştî û Meclîsa Jinên Ereb, bi  dehan şêniyên herêmê li hev kom bûn û cangoriyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr anîn.
 
Civaka Ereb bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi civaka Êzidî re dan diyakirin.
 
Daxuyaniya Meclîsa Giştî ya Herêma Ereban ji aliyê  Rêveberê Meclîsa Bîrcarî Ebû Seqer ve hate  xwendin. Di daxuyaniyê hate gotin; “Em fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya li ser civaka me ya Êzidî şermezar dikin û qurbaniyên êrişê bi bîr tînin. Civaka Êzidî  ku rastî 73  fermanan hatine, di vê fermanê de jî  gelek bedel dan. Gelek kes ji pêkhateya Êzidî ketine destê DAIŞ’ê û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.
 
Civaka Êzidî heya niha jî bedelan dide û ji van jî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve pêşeng û zarokên vê civakê tên hedefgirtin. Êrişa di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi ser civaka Êzidî de hat li dijî hemû pîvanên navdewletî û li dijî mirovahiyê bû.
 
Em wek pêkhateya Ereb li Şengalê soz didin civaka xwe ya Êzidî ku em ê heya dawî li kêleka wan bin û di yek xendekê de têbikoşin. Di rojên xweş û nexweş de em ê bi hev re bin. Em soz didin şehîdên xwe xwîna wan a pak  li ser axa Iraqê û taybet Şengalê dane, ji bîr nekin û xewn û xeyalên wan em ê pêk bînin.
 
Em bang li hemû serokeşîrên Ereban dikin, kesên destek dane DAIŞ’ê û destê wan di xwîna xelkê vê herêmê de hebe, ji nava xwe derxin û wan radestî edaletê bikin.”
 
Herwiha piştre jî li ser navê Meclîsa Jinên Ereb daxuyaniyek ji aliyê Fatma Mihemed ve hate xwendin.
 
Daxuyaniya wan jî wiha ye:
 
“Bi navê Meclîsa Jinên Ereb, êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser civaka Êzidî û taybet jin ku di vê êrîşê de rastî gelek zilm û zordariyê hatin, şeremzar dikin. Di vê rojê de em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin, kesên bûne sedema fermanê ceza bikin û hesab ji wan were xwestin.
 
Em destek didin biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve. Em daxwaz dikin ku roja 3’yê Tebaxê wek roja komkujiya Êzidiyan li cîhanê bê naskirin. Em wek jinên Ereb dibêjin em bi jinên Êzidî re ne, em dibêjin jinên Êzidî bi hêz û xwedî îrade ne.
 
Çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi kiryarên xwe ew hezkirina di navbera jinên Ereb û Êzidî de ji holê rakin û fitneyê di navbera me de çêbikin, lê niha bi saya fikrê Rêber Apo me kariye peywendiyên xwe bi jinên Êzidî re çêkin û têkoşînek hevpar bidin meşandin.”
 
Piştî daxuyanî bi dawî bûn, li ser rastiya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, kiryarên çeteyên DAIŞ’ê berxwedana têkoşerên azadiyê û rêxistinbûna civaka Êzidî sînevîzyonek hate nîşandan.