Hejmara Newaya Jin a meha tebaxê derket

  • 13:47 1 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha tebaxê ya Newaya Jin bi sernavê "Ji teoriya gulê heta şoreşa jinê" gihişt ber destê xwendekarên xwe.
 
Hejmara 221'em a rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin derket. Kovar bi sernavê "Ji teoriya gulê heta şoreşa jinê" bi xwendevanên xwe re hat cem hev. Di hejmara dawî ya rojnameyê de naverokên wekî têkoşîna xweparastinê, tecrîda mutleq a li Îmraliyê, fermana 74’an a Şengalê, polîtîkayên hikûmeta AKP’ê û tifaqên wê yên li ser jinan, dînamîkên têkoşîna jinan a li Yemen û Brezîlyayê hatin weşandin. Naverokên wekî huner, zanist û jînenîgarî tê de hebûn..
 
Nivîskara rojnameyê Hêja Zerya der barê Teoriya Gulê de tespîtên girîng kirin û destnîşan kir ku jiyana exlaqî û estetîk bi Teoriya Gulê tê ewlekirin. Hêja Zerya di gotara xwe de bi bîr xist ku ev teorî di salên 1990’î de ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye formulekirin û diyar kir ku teorî rêbaza têkoşîna jiyana azad e. Ronahî Serhad di hejmara dawîn de der barê 15’ê Tebaxa 1984’an gotarek nivîsand. Di gotarê de bal kişand ku hemû amûrên xweparastinê rewa ne û parastina jiyanê mafê herî bingehîn ê mirovan e.
 
Rojeva Şengalê 
 
Rojnameger Rojbîn Denîz ku di heman demê de li ser dîroka Êzdayîtiyê ya 3’ê Tebaxê ya Şengalê lêkolîn kir, diyar kir ku Êzidî şaneya bingehîn a kurdan e û di gotara xwe de fermana 74’an de bi bîr xist ku yên li dijî xweseriya Şengalê derdikevin rê li ber fermanên nû vedikin.
 
Li aliyê din Suham Şingalî da zanîn ku divê DAIŞ û hevkarên wê bên dadgehkirin da ku fermanên din neyên jiyîn. Her wiha hevpeyvînek taybet li ser fermana Êzidiyan a 74’an di Rojnameyê de cih girt.
 
Jinan bal kişandin ser gelek mijaran 
 
Tecrîda Îmraliyê yek ji mijarên ku di vê hejmara rojnameyê de bi awayekî berfireh cih girt. Sitî Jiyan Mak tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û ronîkirina wê nivîsand. Yek ji nivîskarên rojnameyê Yurdusev Ozsokmenler pêvajoya piştî hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê nirxand û diyar kir ku êrîşên AKP'ê roj bi roj zêde dibin. Di hejmara tebaxê ya rojnameyê de jî gotara lêkolînê ya Nagîhan Akarsel a bi navê “Yên ku silavê didin rojê”, hevpeyvîna bi hunermenda kurd Şeyda Qewamî ya ji Rojhilat re, gotara Sarya Karakoçan a bi navê ‘Pedagojiya Modernîteya Demokratîk’, jînenîgariya şervan Budika û femînîsta Hindî Chandra Talpade Mohanty. , gotarên Amara Harun ên 'Vegera civakîbûna jinê' jî cih girt.