Danişîna kujerê Sakîne Kultur hat taloqkirin

  • 12:18 1 Tebax 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Bajar Îbrahîm Barkin, Sakîne Kultur qetil kiribû û doz lê hatibû vekirin. Li ser daxwaza dozger, dadgehê biryar da ku di danişîna din de li kurê Sakîne, Mehmet Kultur were guhdarîkirin. 
 
Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin di 13’ê gulana 2022’yan de welatiya bi navê Sakîne Kultur li navçeya Silopiyayê bi îşkenceyê qetil kir. Ji ber qetilkirina Sakîne, bi sedema “Bi plankirî kuştiye û bi eziyetê kuştiye” li Îbrahîm doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Parêzerên Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê û yên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî tev li danişînê bûn. Bersûc Îbrahîm Barkin jî li girtîgeha lê tê ragirtin, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. 
 
Wê li kurê Sakîne bê guhdarîkirin 
 
Parêzerên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî û Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê xwestin ku rewşa girtî ya bersûc bidome. Her wiha dozger jî xwest ku di danişîna din de li kurê Sakîne Kultur, Mehmet Kultur were guhdarîkirin. 
 
Bersûc xwet tehliye bibe 
 
Bersûc Îbrahîm Barkin jî li dijî mutalaaya dozgeriyê parastina xwe ya berê dubare kir û xwest bê tehliyekirin. 
 
Danişîn taloqî 5'ê Cotmehê hat kirin
 
Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya bersûc bidome, di danişîna din de li Mehmet Kultur were gundarîkirin û danişîn taloqî 5’ê Cotmehê kir.