Li Şengalê dîrok ji nû ve hat nivîsin

  • 09:03 1 Tebax 2023
  • Rojane
 
Leyla Ayaz 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di dîroka civaka êzidî de çawa fermana 3’yê Tebaxê ji ber dijwarbûna xwe û bêdengiya raya giştî ya cîhanê tu carî di hafizeya Kurdistaniyan de nayê jibîrkirin, berxwedana "12 siwariyên Derwêşê Evdî" jî nayê jibîrkirin. Li Şengalê dîrok ji nû ve hat nivîsin û vê carê dîroka azadiyê hat nivîsîn.
 
Êzidiyên ku bi hezar sal in li ser erdnîgariya Mezopotamyayê dijîn û ligel her cûre êriş, qetîam, tunehisibandin û bêstatû hiştinê tu carî dev ji çanda xwe bernedan, li ber xwe dan. Di dîroka civaka êzidî de herî zêde behsa fermana 3'yê Tebaxa 2014'an tê kirin. Ligel êrişa DAIŞ’ê reva 17 hezar hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî di dîroka Kurdistanê de cih girt. Ev reva ku rê li ber komkujiyê vekir tu carî nayê jibîrkirin.
 
‘Pewîstiya hêza xweparastinê…’
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demên borî derbarê civaka êzidî de wiha gotibû: “Bila êzidî bi xwe biryarê bidin, çawa bixwazin biryar a wan e. Min hîn berê jî ji bo parastina gelê Şengalê pêwîst e çi bê kirin gotibû. Pewîst e, parastina xwe bi xwe bikin. Em nikarin wana di însafa pêşmergeyan de bihêlin. Ji ber vê sedemê şervantiya azadiyê kirin ne hêsan e. Ez bangawaziyê li tevahî kesên ku xwe li hember serdemê û mirovahiyê berpirsiyar dibînin, bûyîna neferekî di xeta parastinê de û di şopa 12’yan de têkoşîn dikin, di berfirehkirina xeta berxwedana li Çiyayê Şengal û li Rojavayê dikim. Şengalê, êzidiyan şûnde anîna li ser xakên wan, xebatên Şengalê ji dagirkirinê ber bi çûyîna rizgarkirinê ve bidin destpêkirin. Ji bo vê pêwîstiya hêza parastinekî têkuz dike."
 
Armanca civîna li Ammanê
 
Dema ku dîrok 1'ê hezîrana 2014'an nîşan da, li Ammanê, paytexta Urdunê civînek hat lidarxistin. Ev civîna ku DYA, Erebîstana Siûdî, Tirkiye, Îsraîl û PDK'ê amade bûn, bû destpêka êrişa li ser Şengalê. Li vir plan kirin, ne tenê Şengal, xaka Rojava, Iraq û Başûrê Kurdistanê jî rastî êrişên çeteyên DAIŞ’ê hatin. Di eslê xwe de civîna Emmanê bû civîna plana êrişeke nû li ser Rojhilata Navîn. Xewnên berfirehkirina Tirkiyê, plana PDK-ê ya ji bo “Kurdistana Biçûk”, daxwaza Îsraîlê ya ji holê rakirina “xetera” welatên erebî, di serî de Sûriyê, xeyala Erebistana Siûdî ya ji bo xistina welatên erebî di bin kontrola xwe de û projeya Amerîkayê ya ji bo kontrolkirina Rojhilata Navîn bi avakirina hêzekê li dijî Talîban û Îranê, lê ev plan zû derket holê.
 
Mûsil radestî DAIŞ'ê kirin
 
Di 10’ê hezîrana 2014’an de piştî civîna li Ammanê, DAIŞ’ê êrişê Mûsilê kir. Hêzên artêşa Iraqê û PDK’ê yên li Mûsilê bêyî ku li ber xwe bidin Mûsil radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Mûsil ji aliyê leşkerî ve weke bajarê herî bihêz ê Iraqê tê naskirin, tenê di 6 saetan de radestî DAIŞê hat kirin û tu berxwedanek nehat nîşandan. Belavkirina armanc peyama Mûsil di nava 6 saetan de radestî DAIŞ’ê hatiye kirin, belavkirina tirsê û tasfiyekirina Şoreşa Rojava bû.
 
Fermana 74'an...
 
Piştî ku Mûsil radestî DAIŞ’ê hat kirin, vê carê Şengal bû hedefa êrişan. Şengal a ku bi hezaran salan li ber xwe da û ji bo bijî û baweriyên xwe zindî bihêle, rastî êrişa çeteyên DAIŞ’ê hat. Hêzên PDK'ê demeke kin beriya êrişa çeteyên DAIŞ'ê bajar terikandibûn û li şûna artêşa Iraqê ya ku beriya niha bajar terikandibû, derketin. Dîmenên hêza PDK'ê yên ku hemû çekên xwe kom kirin û reviyan xiyanetê raxist ber çavan. Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir. Bi hezaran êzidî neçar man ji Şengalê derkevin û bi hezaran jî hatin qetilkirin. Êzidiyan ev yek weke fermana 74’an bi nav kirin.
 
Nivîsandina dîrokeke nû
 
Di dîroka civaka êzidî de bi sedan qirkirin û ferman hatin kirin, lê çawa fermana 3’yê Tebaxê ji ber dijwarbûna xwe û bêdengiya raya giştî ya cîhanê tu car di hafizeya Kurdistaniyan nayê jibîrkirin, berxwedana "12 siwariyên Derwêşê Evdî" jî nayê jibîrkirin. Li Şengalê dîrok carek din hat nivîsin û vê carê dîroka azadiyê hat nivîsîn.
 
Beriya fermana 3'yê Tebaxê 12 gerîla li Şengalê bûn. 3 ji wan ji aliyê PDK'ê ve hatibûn girtin, 9 gerîla mabûn. Ew yekîneya gerîla bi sê beşan dabeş bû û nehişt ku DAIŞ xwe bigihîne çiyê û komkujiyeke mezin bike. Di 29'ê Cotmeha 2015'an de YBŞ, YJŞ û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku wan fermandariyeke hevpar bi navê "Fermandariya Êzidxanê ya ji bo rizgariya Şengalê" ava kirine. Di 13'yê Mijdara 2015'an de rizgariya Şengalê hat îlankirin.
 
Çima dixwazin li Şengalê serdest bin?
 
Ji aliyê hemû hêzan ve tê destnîşankirin ku Şengal li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke jeopolîtîk e. Li başûrê Kurdistanê mîna deriyekî li Mûsil û Kerkûkê, her wiha ji Hesekê dest pê dike û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve vedibe. Şengal xeteke derbasbûnê ya girîng e ku ji Sûriyeyê digihêje Iraqê û sînorê Tirkiyeyê. Hêzên ku xwestine li Kurdistanê serdest be ji demên berê heta niha her tim hewl dane li Şengalê serdest bin. Ji ber vê yekê Şengal herêmeke wisa ye ku Osmaniyan gelek caran ji bo qirkirinê êriş birine ser. Heta niha 73 caran komkujî û qirkirin li êzidiyan hate kirin. Carna eşîreke êzidî carna jî herêmeke êzidî hatiye dorpêçkirin. Êrişa destpêkê ya herî berfireh a tê zanîn, di sala 906'an de dest pê kir.
 
Êzidî ji neçariyê dev ji axa xwe berdan
 
Di serê salên 1900’î de ji ber qirkirin, qetlîam û koçberiyê civaka êzidî ji hev belavbûyî ketin statuya kêmcivakan. Hema bibêje hemû êzidiyên li herêma Serhedê ji 1820’an û heta serê 1900’î neçar man dev ji axa xwe berdin. Ji ber ku cihêkariya dînî tunebû civaka êzidî ya li Serhedê koçî Kafkasyayê kirin. Di navbera salên 1914-1918’an de di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de civaka êzidî li hemberî hêzên dagirker berxwedaneke ne rêxistinkirî nîşan dan û bi parçebûna Kurdistanê re jî civaka êzidî jî parçe bû û kesên li parçeyên din dijîn jî têkiliya wan a bi Şengalê re qut bû.
 
Daxwaza xweseriyê…
 
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li hemberî Îngilîzên ku dest danîbûn ser axa Iraq û Başûrê Kurdistanê di serê salên 1920’î de li Silêmaniyê bi pêşengiya Berzencî berxwedanek hatibû kirin. Berxwedaneke wekî vêya li Şengalê bi pêşengiya Hemoyê Şero hatibû kirin û êzidiyên li başûrê Kurdistanê cara pêşîn xweserî xwestibûn. Civaka Êzidî bi pêşengiya Hemoyê Şero û Dawûdê Dawid bi Îngîltereyê re rûniştin doza rêveberiyeke xweser kirin. Lê Meyan Xatûn a ji malbata Mîr bi tifaqa tevî Îngîlizan re pêşiya vî tiştî girt. Bi teslîmstendina Davûd û Şero derbeke mezin li berxwedana êzidiyan hate xistin.
 
Tirkiye li gor mîretaye Osmaniyan tevgeriya
 
Komara Tirkiyeyê jî li gorî mîrateya ji Osmaniyan wergirtiye li ser êzidiyên li bakurê Kurdistanê siyaseta koçberiya darê zorê û qetlîam xist meriyetê. Leşkerên Tirk di sala 1940’an de girtin ser gundê Kîwexê yê Hezexê û 29 êzidî di şikeftan de bi sax şewitand. Di salên 1980’î de jî êzidî bi tenê li Midyad, Bişêrî û Wêranşarê man û piştî cûntaya 12’yê Îlonê jî di salên 1990’î de cih û warên êzidiyan hatin valakirin. Erdên êzidiyan jî pêşkêşî alîgirên dewletê û cerdevanan hate kirin.
 
Xayîntiya PDK’ê ya sala 1972’yan
 
Di sala 1961’an de dema ku bi pêşengtiya Mele Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê tevgerek hate destpêkirin, civaka êzidî jî di nav de cih girtin û gelek caran ew bi tenê hatin hiştin. Di sala 1972’yan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şengalê êzidî bê çek hiştin û li ser wan bi destê Saddam Huseyîn qetlîamek hate kirin. Di vê qetlîamê de nêzî 200 êzidî hatin kuştin. Piştre jî rejîma Baasê li Şengalê li ser gundên êzidiyan konsepta “Gundên komî” xist dewrê. Êzidiyên li gelek gundên hatibûn valakirin di bin kontrola leşkerên Iraqê de li çend bajarokan hatin bicihkirin.
 
Konsepta îmhakirinê hat kûrkirin
 
Di sala 1975’an de konsepta îmhakirinê ya li ser Şengalê kûrtir bû, hêzên rejîmê êzidiyên xwe spartibûn çiyayan ji warên wan derxist û bir bajarok û gundên bi navê ‘mucemma’ yên ku 30 kîlometreyan dûrî Çiyayê Şengalê bûn. Êzidiyên Şengalê nikaribûn li gorî dilê xwe koç bikin, bi tenê dikaribûn biçin ciyê ku rejîmê diyar kiriye. Bi ser de mafên wan ên mulkiyetê jî hatibû desteserkirin û li warê xwe wekî penaberan dijiyan. Piştî 1975’an Seddam konsepta ‘Hûn dikarin li gorî baweriya Êzidiyan bijîn lê hûn e kurd in hûn ereb in’ xist dewrê. Di vir de piçekî jî bi ser ket. Êzidiyên li Şengalê ji ber tirsa canê xwe, kurdbûna xwe înkar kirin. Ev konsept heta hilweşandiya rejîma Saddam Huseyîn domiya.
 
Rejîna Seddam hilweşiya lê…
 
Di sala 1991’an de piştî ku DYE mudaxeleyî Iraqê kir, êzidî ji ber rewşa çêbû di warê îdarî de bûn du beş. Herêma Şêxan a li başurê rojhilatê Duhokê kete bin kontrola rêveberiya kurdan û Şengal jî kete bin kontrola hikumeta Iraqê. Têkilî, çûn û hatina di navbera her du cihan de bi asteng bû. Ev tişt heta sala 2003’yan ku rejîma Seddam Huseyîn hilweşiya jî domiya.
 
Bi 4 wesayîtên bi bombebarkirî êriş kirin
 
Piştî sala 2003’yan de kontrola Şengalê kete destê hêzên pêşmerge û PDK’ê. Şengal a ku wekî Kerkûkê kete nav herêmên bi nîqaş jî li gorî xala 140’emîn a makeqanûna Iraqê, bi referandûma sala 2007’an de wê bihata eşkerekirin. Lê ev plan pêk nehat. Di 14’ê tebaxa 2007’an de jî bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrişî gundên Siba Şêx Xidir û Til Izêr a Şengalê hate kirin. Di van êrişan de 300 kesên sivîl hatin qetilkirin. Derketibû holê çeteyên Eniya Tirkmenan a Iraqê ya ku ji aliyê îstîxbarata Tirk li Başûrê Kurdistanê hatibû avakirin jî, di nav vê êrişê de hebûne. Şengal ligel ku ne di nav sînorên îdarî yên Rêveberiya Herêma Kurdistanê de bû, heta fermana sala 2014’an di bin kontrola PDK û hêzên pêşmergeyên wê de bû.
 
Planên li hemberî Şengalê hêj didomin
 
Ligel 74 fermanan êzidî di avakirina jiyaneke nû de bi israr bûn. Li ser vê bingehê di sala 2016’an de Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) hat avakirin û jinên êzidî di dîrokê de yekem car yekîneyên xwe yên parastina cewherî bi rêxistin kirin. YJŞ bû sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê. Piştre bi avakirina Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) re hemû jinên êzidî di bin vî banî de kom bûn û dest bi xwerêxistinbûnê kirin. Êzidî bi xebatên xwe yên niha xwedî li keda "12 siwariyên Derwêşê Evdî" derdikevin. Projeya netewa demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di jiyana xwe de pratîze dikin.