Wesayîta parlamenter Adalet Kaya qeza kir

  • 16:12 31 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Wesayîta Parlamentera Partiya Çep a Kesk Adalet Kaya û erebeya endamên partiyê tê de bûn, di têketina navçeya Nisêbînê de li hev ketin.
 
Wesayîtên Parlamentara Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya û endamên partiyê ku ji bo tev li meşa li dijî talankirina ekolojiyê ya li navçeya Silopiya Şirnexê bibin ketibûn rê, di têketina navçeya Nisêbînê de qeza kirin. Wesayîta ku Adalet tê de bû ji pişt ve li wesayîta pêş a endamên partiyê tê de bûn, xist. Adalet û endamên partiyê bi sivikî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.