Mamosteyê bersûcê tecawizê beriya biryarê hat berdan

  • 13:53 31 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteyê bedenê Mûrat Sagiroglû yê li Hatayê ji destdirêjî û tecawiza li 10 xwendekaran hatibû girtin beriya danişîna biryarê hate berdan. Mûrat yê derbarê wî de 158 sal cezayê hefsê hate dayîn, reviya. 
 
Li Hatayê mamosteyê bedenê Mûrat Sagiroglû yê ji ber êrişa zayendî, destdirêjî û tecawiza li 10 zarokan hatibû girtin, beriya danişîna biryarê hate berdan, niha jî xuya nake. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê, derbarê Mûrat de 158 sal cezayê hefsê da lê Mûrat ê piştî hate berdan ceza lê hate birîn hêj jî nehatiye dîtin. Li gorî nûçeya Halk Tv'yê, bûyer piştî ifadeyên H.Y. a/ê ku tecawiz lê hat kirin, derket holê. H.Y. destnîşan kir ku ji 11 saliya xwe tecawiz lê hatiye kirin û 5 sal bênavber ev yek wek sistematik dom kiriye. 
 
Li gorî agahiyên di dosyeya dozê de Mûrat pêşî bi kişandina dîmenan gef li zarokan xwariye. Her wiha hevalên Mûrat Engîn Y., Îbrahîm O, Abdûllah A, Mûrat O. û xizmê wî Ozmen O. jî tecawizî H.Y. kirine. 
 
Mamosteyê bersûcê tecawizê beriya biryarê hat berdan
 
2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê derbarê mamoste Mûrat Sagiroglû, Engîn Y, Îbrahîm O, Abdullah A, Mûrat O û xizmê Mûrat Ozmen O. ji sûcên “Kesekê/î ji azadiya wî/ê bêpar bê hiştin”, “Îstîsmarkirina zayendî ya hêsan a zarok”, “Binpêkirina jiyana taybet”, “Destdirêjiya keseke/î nebalix”, “Îstîsmarkirina zayendî ya biwesf a zarok” doz hat vekirin. Lêbelê beriya danişîna biryarê Mûrat hate berdan û reviya. 158 sal ceza li Mûrat hat birîn. Dosye ji Dadgeha Îstînafê re hate şandin.