Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê Meclîsa Îştar dewr girt

  • 12:43 31 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma sêyemîn didome.
 
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya Nobetê ya hatî destpêkirin, bi dewrgirtina koma sêyemîn didome.
 
Çalakiya Nobetê dê her 5 roj bi dewrgirtina komekê berdewam bike. Çalakî îro ji aliyê koma sêyemîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevahî cangoriyên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma duyemîn Emîn Mijînî axivî.
 
Emîn Mijînî diyar kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tevayî mirovahî hatiye tecrîdkirin û wiha got: “Tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me tê meşandin, ev tecrîd ne tenê li ser Rêbertî ye, li ser tevayî gelê Kurdistanê, girtiyên di zindanan de û li ser tevayî gelên welatparêz in. Dijminê hov û qirker xwezaya Kurdistanê talan dike û dişewitîne. Dewleta tirk ji ber ku nikare li çiya şer bike ji ber wê çekên qedexekirî bi kar tîne û em wek gelê Kurd van kiryarên dewleta tirk bi tundî şermezar û rûreş dikin.”
 
Piştî axaftinê Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê li ser navê koma sêyemîn çalakî dewr girt û piştre merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.