Bi êrişên li ser Şêrawayê zarokek û jinek birîndar bûn
- 12:39 31 Tîrmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk êrişên xwe li ser navçeya Şêrawayê zêde kirine. Di êrişê de zarokek û pîrejinek birîndar bûne.
Artêşa tirk û komên girêdayî wê gundên Kûlotiyê, Meyasê, Birc Qasê û Gundê Mezin ên Şêrawayê bi dijwarî topbaran dikin.
Di encama topbarana li ser gundê Kûlotiyê de heta niha zarokek û pîrjinek birîndar bûne.