Qirkirina xwezayê ya li Efrînê didome

  • 12:36 31 Tîrmeh 2023
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên ku ji aliyê dewleta tirk ve li Efrînê hatine bicihkirin, 67 darên zeytûnan birîne.
 
Çavkaniyên xwecih da zanîn ku kesên li kampa Qada Bazar a Efrînê hatine bicihkirn, 22 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mihemed Omer Elî yê ji gundê Maretê yê bajarê Efrînê birîne.
 
Çavkaniyan diyar kir ku darên zeytûnan ên hatine birîn, li ser rêya di navbera bajarê Heleb û kantona Efrînê de ne.
 
Li navçeya Bilbilê jî kesên ji Humisê yên ku li Efrînê hatine bicihkirin, li nêzî gundê Qestel Miqdad ê navçeyê 45 darên zeytûnan birîn. Darên hatine birîn ên welatiyê bi navê Menan Osman in ku hatiye koçberkirin.