MYK’yên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk civiyan

  • 12:35 31 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Civîna MYK’yên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk di serokatiya hevserok û hevberdevkan de dest pê kir.  
 
Desteyên Rêveber ên Navendî (MYK) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk di serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin de civiyan. 
 
Di civîna li navenda giştî ya HDP’ê tê lidarxistin de pêşniyarên ku li civînên gel ên 5’ê Tîrmehê hatibûn destpêkirin hatin kirin û xalên derketibûn pêş, dê bên nirxandin û li ser nîqaş dê bên meşandin. Her wiha hin komxebat û konferansên ku tên plansazîkirin jî dê wek dîrok bên şênberkirin.