Di Konferansa Bogotayê de banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan

  • 12:34 31 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa 'Rabûna li ber kapîtalîzmê" ku li paytexta Kolombiya Bogotayê hate lidarxistin, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li tevahiya cîhanê bang kir.
 
Konferans li Zanîngeha Dîstrîta ya Bogotayê bi sernavê "Heta avakirina civaka demokratîk, rabûna li ber kapîtalîzmê" di 28'ê Tîrmehê de dest pê kir û sê rojan dewam kir.
 
Di çarçoveya paradîgmaya "Neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.
 
Nûnerên gel û organîzasyonên cuda sê rojan tecrûbeyên xwe parve kirin û pêwîstiya têkoşîna hevpar a ji bo cîhaneke nû destnîşan kirin.
 
Ji 15 welatan 50 organîzasyon tevlî konferansê bûn û di dawiyê de jî bangeke hevpar hate kirin.
 
Di banga hevpar de hate bibîrxistin ku nêzî 300 kesên ji rêxistinên gelan û tevgerên cuda yên civakî yên ji çar aliyên cîhanê di konferansa navneteweyî de ya bi sernavê 'Rabûna li ber kapîtalîzmê û ber bi avakirina civakeke demokratîk ve' li hev kom bûn.
 
Di metna hevpar de hate ragihandin ku bi saya yekîtî û piştevaniya gelan wê kapîtalîzm, nîjadperestî, baviksalarî û mêtingeriyê teqez têk bibin û hate gotin, "Di nava vî fikrê hevpar de ji bo dewamkirina pêşniyarên xwe yên xweseriyê û xwerêveberiyên herêmî, ji bo rizgariya ji mejiyê mêtinger û serdest, ji bo nûkirina fikir û rêxistiniya şoreşger em deng û destê xwe dikin yek."
 
Di daxuyaniyê de banga kombûna li hev, parvekirina tecrûbeyan hate kirin û hate gotin, "Em bang dikin ku bi rengekî kolektîf li xwe binihêrin, çîrok, dil û têkoşîna xwe bikin yek."
 
Her wiha ji bo avakirina civaka demokratîk û azad bang hate kirin û herî dawî hate gotin, "Di serî de ji bo azadiya Abdullah Ocalan, ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên li Kurdistanê, Ablayala û tevahiya cîhanê banga têkoşînê dikin."