TJK-E'yê ji bo çalakiyên Komkujiya Şengalê banga tevlîbûnê kir

  • 12:31 31 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E ku wê bi wesîleya salvegera Komkujiya Êzidiyan a 3'yê Tebaxê li gelek welatên Ewropayê çalakiyan li dar bixe, banga tevlîbûnê li her kesî kir.
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 3'yê Tebaxê salvegera Qirkirina Êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî da.
 
TJK-E got, “Bi nêzîkbûna roja 3’yê Tebaxê re, em ê rêxistinên jinan ên li Ewropayê careke din dakevin qadan û salvegera qirkirina li ser gelê Êzidî ku di sala 2014’an de bi dagirkirina Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve dest pê kir, şermezar bikin. Em vê serdema ku berdewamiya polîtîkayên çewisandin, tecawiz, kolekirin û bê nasnamekirina Êzidiyan bi hezaran car şermezar dikin.”
 
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev komkujiya ku di bin seltenata DAÎŞ'ê de hate kirin, bû sedem ku bi taybetî jin êşên mezin bijîn. Bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin û îstismara zayendî li wan hat kirin. Ji 3548 jinên dîl hatine girtin heta niha tenê 1207 kes hatine rizgarkirin. Nayê zanîn bê ka jinên winda sax in an na û hêvî û têkoşîna malbatên wan a ji bo dîtina wan qet bi dawî nebûye.”
 
Di daxuyaniya TJK-E de ev tişt jî hatin gotin:
 
“Em vê qirkirina ku şermeke mezin a sedsalê ye û di bîranînên me de cih girtiye, weke qirkirina li dijî hemû jinên cîhanê dibînin. Em mil bi mil ligel mirovên ku ji bo parastina edalet, wekhevî û azadiya Êzidiyan û hemû kêmneteweyên din ên bindest di nava hevgirtinê de ne.
 
Em ji qirkirinê û vir ve şahidê wêrankirina jiyan, çand û civaka Şengalê ne. Piştî vê qetlîama ku pêşeng û kesayetên wan ên girîng hedef hatin girtin û hatin qetilkirin, Êzidî hatin gel hev û ji bo xwe ji komkujiyeke nû biparêzin avahiyên xwerêveberiyê û xweparastinê ava kirin.
 
Lê belê, destkeftiyên wê bi xeterek mezin re rû bi rû ne. Dewleta tirk û hevkarên wê di 9’ê Cotmeha 2021’ê de ji bo hilweşandina pêkhateyên xwerêveberî û xweparastinê û ji nû ve vegerandina pergalên mêtingeriyê peyman îmze kirin. Xweseriya Şengalê gelek caran ji aliyê dewleta tirk ve bi balafirên keşfê hatiye hedefgirtin. Dewleta tirk ku yek ji piştgirên herî mezin ê Dewleta Îslamî ye, dudilî nake ku sivîl û zarokan bi balafirên bê mirov bike hedef.
 
Lê ji bo welatiyên Şengalê tenê ne dewleta tirk gef e; Hikûmeta Iraqê guh neda daxwazên xweseriya gelên ku qirkirinek li ser wan pêk hat û gelek caran bi rêbazên leşkerî hewl da Şengalê dagir bike.
 
Bûyerên 3’yê Tebaxa 2014’an ku pêşmergeyên PDK’ê yên girêdayî Tirkiyeyê û mîlîsên Iraqê yên Şengal dagir kirin û dema DAÎŞ’ê êrîş kir çek berdan û reviyan di bîranînên me de zîndî mane. Ji vê yekê civaka Êzidî hîn bû ku ji bilî xwe divê bawerî nede ti kesî.
 
Lewma xweserî ji bo gelê Êzidî pêwîst e!
 
Divê em li dijî van êrîşan bibin yek û bang li civaka navneteweyî bikin ku di vê têkoşînê de piştgiriyê bidin me.
 
Em dixwazin qirkirina ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk hatî bê naskirin. Her wiha ji bo ku sûcên li dijî civaka Êzidî pêk hatiye bê cezakirin, pêwîst e dadgeheke navneteweyî bê avakirin. 
 
Girîngiyeke mezin e ku DAÎŞ û milîsên îslamî yên ku ji komkujî û tepeserkirina civaka Êzidî berpirsyar in, ji kampên Holê vekişin û bi encamên kiryarên xwe li welatê xwe Ewropayê re rû bi rû bimînin.
 
Ji bo pêşî li êş û wêrankirinên mezintir bê girtin, divê êrîşên hewayî yên li ser Şengalê bên rawestandin.
 
Em bi hev re ji bo edalet, wekhevî û azadiya hemû gelên bindest bi taybet civaka Êzidî têdikoşin.
 
Bi vê wesîleyê em bang li gel, dost û bi taybetî jî li jinên xwe dikin ku di çalakiyên ku 3'yê Tebaxê de li seranserê Ewropayê bi pêşengiya saziyên me yên jinan wê werin lidar xistin de bi hev re li qadan dengê xwe bilind bikin.
 
Em xwe bi rêxistin bikin û ji bo paşerojeke ewle ya Şengal û çar parçeyên Kurdistanê têbikoşin.”
 
Li bajarên wê çalakî lê bên darxistin
 
Bajar û welatên ku dê di 3'yê Tebaxê de çalakiyan lidar bixin wiha ne;
 
Elmanya
 
Darmstadt:
03.08.23
Saet: 18.00
Cih: luisenplatz
 
Saarbrucken
 
03.08.23
Saet: 18.00
Cih: Galeriya Platz
 
Frankfurt
 
3.08.2023
Saet 18.00
Navnîşan: NI una Menos Platz/Liebfrauenberg
 
Hamburg
 
Saet: 18.00
Cih: Mercedo Altona
 
Bremen
 
Saet: 19.00
Cih: Marktplatz
 
Stuttgart
 
Saet: 8.00 
Cih: Schlossplatz/Meydana Kobanê
 
Dortmund
 
Saet: 18.00
Cih: Kampstraße 46
 
Oldenburg
 
Saet: 17.00
Cih: Bahnhofsplatz
 
Swîsre
 
Lucerne
 
3’yê Tebaxê,
Cih: Vögeligärtli
Saet: 19:00
 
Zurich
 
3’yê Tebaxê
Saet: 18.00
Cih: Helvetiaplatz
 
Aarau
 
3’yê Tebaxê saet 18.30
Cih: Aarau Bahnhof
 
Bern
 
3'yê Tebaxê saet 18:00
Cih: Li Bernê li ber parlamentoya Federal
 
Belçîka
 
Liege
 
Saet: 16.30
Cih: Gare Gulimmnes
 
Îngilistan
 
London
 
Saet: 3 PM
Cih: 10 Downing ST, London SW 1A 2AA
 
Swêd
 
Stockholm
 
Saet: 17.30
Cih: Sergelstorg