Fermana Şengalê bi şanoyekê hat bibîranîn

  • 09:41 31 Tîrmeh 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê bi munasebeta salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kurdên Êzidî, li ser çerxerêya Mam Zekî ya li nehiyeya Sinûnê şanoyek li dar xistin. 
 
Li Şengalê bi munasebeta 9'emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser civaka Êzidî, li ser çerxerêya Sinûnê, ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ve şanoyek hate pêşandan.
 
Li Şengalê çalakiyên bi  munasebeta 9'emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser civaka Êzidî berdewam in. Ji bo rastiya fermanê bê xuyakirin û neyê jibîrkirin hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê di nava liv û tevgerê de ne.