Perwerdeya bi hev re di hedefê de ye

  • 09:03 31 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Habîbe Eren
 
BURSA - Berdevka Meclîsa Mafê Zarokan a TOP’ê Hatîce Goz der barê hedefgirtina perwerdeya bi hev re de axivî û diyar kir ku zarok ne wek kes wek murît tên gîhandin û got: “Zarok di van krîzên siyasî, xizanî û mayîndebûna faşîzmê de zirarê dibînin.”
 
AKP ku demek dirêj e bi polîtîkayên cuda perwerdeya bi hev re hedef digire herî dawî wezîrê perwerdeyê Yusuf Tekîn di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku hinek malbat naxwazin zarokên xwe yên keç bişînin dibistanên bi hev re û bi vê perwerdeya bi hev re hedef girt.
Li gorî daneyan nêzî mîlyonek zarokên keç ji pewerdeyê bêpar dimînin. Li aliyê din jî ji ber perwerde tê olîkirin û zayenperestî heye zarok ji perwerdehiyek wekhev, laîk û zanistî fêdeyê nagirin. 
 
Berdevka Meclîsa Mafê Zarokan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatîce Goz der barê mijarê de axivî.
 
Hatîceyê da zanîn ku piştî hilbijartinan bloka faşîst a AKP-MHP’ê gavên xwe lez kirine û tund kirine. Hatîceyê wiha domand: “Hewl didin faşîzmê mayînde bikin. Gavên xwe di vî alî de jî leztir kirine. Hewl didin vê ji aliyê gel ve jî bidin qebûlkirin.”
 
‘Îslama Erdoganîst li her derê bi cih dikin’
 
Hatîceyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li her qada jiyanê êrîş didomin û wiha domand: “Rewa nînin. Ew jî dizanin. Ya bi tundî ya bi zextê ya wê bi ser kevin an jî wê têk biçin. Bi hemû hêza xwe dixebitin. Welat ber bi faşîzmê ve dibin û bi tarîkat û cemaetan îslama Erdoganîst li her derê bi cih dikin. Her desthilatdariyê berê xwe da perwerdehiyê. Ji bo li gorî xwe nifşan civakan biafirînin berê xwe didin van qadan. Ev ne tiştekî nû ye. Ji damezrandina dewletê heta niha ev hatiye. Li ser yek ol yek ziman û welatî perwerde hat dayîn. Em niha teşeyekî cuda dibînin. Ev welat tu carî ne laîk bû.  Wisa bûya wê saziyek wek Diyanetê tuneba. Di serî de Elewî û gelek baweriyên din bi komkujiyan re hatin rû hev.”
 
‘Ew gotin bi şaşî ji dev derneket’
 
Hatîceyê bal kişand ser gotinên Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn û bi lêv kir ku hêzên desthilatdariyê ji vir şûnde wê hewldanên xwe leztir bikin û ji bo bikin bin garantiyê wê nesekinin. Hatîceyê ev tiş bi lêv kir: “Piştî bertekan Wezîr Yusuf Tekîn şûnde gav avêt. Lê ev ne rast e. Ew gotin carekê ji dev derket. Divê em vê ji bîr nekin. Piştî van gotinan Pêşengê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destîcî jî daxwaz kir ku zanîngeh û nexweşxaneyên jinan bên vekirin. Ev gotinên jiyaneke tengezar û sînorkirî ne. Me di dema hilbijartinê de digot. Em bi tifaqa herî tarî ya dîroka Tirkiyeyê re rû bi rû ne.”
 
‘Sedema herî sereke ya qutbûna ji perwerdeyê xizanî ye’
 
Hatîceyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku bi mîlyonan zarok ji perwerdeyê bêpar mane û got sedema herî mezin xizanî ye û got ji ber vê zarok nikarin biçin dibistanan. Hatîceyê wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî her diçe zêdetir pêşiya cemaet û tarîkatan vedike. Piştgiriyê dide. Berê zarokan nadin dibistanan didin cihê olî. Zarok ne wek kes wek murît tên gihandin. Dethilatdarî tercîhekê dike. Mixabin polîtîkayên pêk tînin zarokan dikujin. Divê em li dijî van polîtîkayan bi hmû hêza xwe têkoşînê bidin.”