ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 31 Tîrmeh 2023
  • Rojev
 
*Parlametnera Partiya Çep a Kesk Çîçek Otlu diyar kir ku AKP-MHP di sedsala Lozanê de rihê Lozanê didomîne û got: “Redkirina Lozanê redkirina qeyda li Kurdan ketiye. Di heman demê de parastina têkoşîna azadî û wekheviyê ye.”
 
*Feryaz Akşahîn a li Licê dijî da zanîn ku bi salan e zehmetiyan dikşînin û got: “Her tişt biha bûye. Em diçin bazarê 200 TL didin kîsikekî. Bihabûnê ne tenê li ser bajaran bandor li ser gundan jî kiriye.” DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Mafê Zarokan a TOP’ê Hatîce Goz der barê hedefgirtina perwerdeya bi hev re de axivî û diyar kir ku zarok ne wek kes wek murît tên gîhandin û got: “Zarok di van krîzên siyasî, xizanî û mayîndebûna faşîzmê de zirarê dibînin.”
 
*Parêzvanên mafê jiyanê diyar kirin ku divê têkoşîna ekolojiyê bi giştî bê meşandin û ji Akbelenê deng dan Cûdiyê. DÎMEN HEYE
 
*Endama ÇMO'yê Nûjiya Yildirim der barê şewata li Çiyayê Cudî axivî û  got: “Bi hinceta ewlehî û aboriyê polîtîkayên rantê pêk tên. Ji bo em vê qebûl nekin divê demildest em li dijî şewata li Cudî bibin deng. Keştiya mirovahiyê li Cûdiyê dişewite.” DÎMEN HEYE