Ji Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê panela li ser tecrîdê

  • 22:46 30 Tîrmeh 2023
  • Rojane
MINBIC - Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê û gundewarê wê têkildarî tecrîda li ser  Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan azadî em dê bi ser kevin û kesek nikare roja me tarî bike’ panelek li dar xist.
 
Panel li Salona Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê hat lidarxistin.  Emdamên Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê, Komîteya Ciwan û Werzîşê, Yekitiya Werzîşê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Jinan) beşdar bûn.
 
Endama Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê Mizgîn Cotkar axivî û got: “Li gor qanûnên navneteweyî û hiqûqî de nabe kesayetek mîna kesayeta Rêber Abdullah Ocalan bê girtin ku xwediyê fikr û projeya xilasiya mirovahiyê ji çewisandin û zulmê ye. Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî desthilatên heyî ye. Ji ber ku fikrekî mirovî ye û bang li tevahî gelan dike ku di nav azadî û aştiyê de bijîn û rêzê ji hev re bigirin.”
 
Her wiha Mizgîn destnîşan kir ku pêkhatina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, rizgariya tevahiya gelên cîhanê ye û felsefeya wî, ji bo gelên herêmê xilasiya ji şerê diqewime.
 
Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Sara Îbrahîm perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî komploya navneteweyî xwendin.
 
Piştre têkildarî navaroka panelê nêrînên xwe parve kirin û teqezî bi mezinkirina têkoşînê bi rêya lidarxistina panel, xwepêşandan û çalakiyên din kirin da ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were. Her wiha  hat diyar kir ku di vî alî de berpirsyariya herî mezin a jinan e.