Li Şehbayê şahiya ji bo zarokên astengdar hat lidarxistin
- 15:48 30 Tîrmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta Roja Dostaniyê ya Cîhanê li herêma Şehbayê şahiyek ji bo zarokên astengdar hat lidarxistin.
Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya girêdayî Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya kantona Efrînê bi munasebeta Roja Dostaniyê ya Cîhanê ji bo zarokên astengdar (xwedî pêdiviyên taybet) şahiyek li dar xist.
Şahî li hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafîn ya herêma Şehbayê hat lidarxistin û 85 zarokên xwedî pêdiviyên taybet beşdar bûn.
Di şahiyê de li ser navê Desteya kar û Barên Civakî ya kantona Efrînê Neimet Elîko axivî û ev roj li zarokan pîroz kir.
Li ser navê Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya girêdayî desteyê jî Hêvîn Şemiya axivî. Hêvîn diyar kir ku ew ê ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet her tim di nava liv û tevgerê de bin û got: “Em ê bi hev re bibin alîkar û em ê bi hev re hezkirin û hevaltiya xwe diyar bikin.”
Koma Kulîlkên Efrînê ya çand û hunerê jî hunera xwe pêşkêş kir.