Li Elkê jinek hat qetilkirin

  • 15:24 30 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê Kader Gok ji aliyê mêrê pê re zewicî ve hat qetilkirin.
 
Li gundê Şegalo yê bi ser  navçeya Elkê ya Şirnexê ve mêrê bi navê Îshak Gok jina pê re zewicî Kader Gok (38) û welatiyê bi navê Ramazan Voral qetil kir. Piştî dengê çekê hat, cîranan agahî dan leşkeriyê û tîmên tenduristiyê. Li ser agahdarkirinê leşker û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
Tevî hemû mudaxileyan jî Kader û Ramazan nehatin rizgarkirin. Êrişkar Îshak Gok piştî bûyerê çû qereqolê teslîm bû û hat girtin.