'Peymana Lozanê mohra înkarkirina kurdan e'

  • 14:29 30 Tîrmeh 2023
  • Ramyarî
 
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku Peymana Lozanê mohra înkarkirina kurdan e û got: “Lozan ne peymana aştiyê ye ew peymana ye ku dawî li aştiyê aniye. Divê peymanek nû ya civakî were nivîsandin.” 
 
Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ku Kurdistanê kir çar parçe, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê panela bi sernavê “Di Sedsaliya Lozanê de: Muhasebe û Derfet” li dar xist. Di rûniştina ewil de dê mijarên “Sedsaliya Lozanê” û “Derfetên siberoja hevpar” bên nîqaşkirin. 
 
Di rûniştina ewil a panelê de siyasetmedar-dîrokzan Mûtlû Ozturk, parêzer Emran Emekçî, nivîskar Pakrat Estukyan, dîrokzan Erdogan Aydin dê wek axivêr beşdar bibin. Di rûniştina duyemîn a panelê de jî dê Prof. Dr. Baskin Oran, civaknas Rojda Yildiz û lêkolîner-nivîskar Osman Tîftîkçî biaxivin. 
 
Gelek siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr tev li panelê bûn. Axaftina destpêkê ya panelê Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr kir. 
 
'Armanca netew dewletê ew bû ku her cudahî û cihêrengiya heye ji holê rake'
 
Esengul destnîşan kir ku Lozana ku di bin navê "Aştiyê" de hat îmzekirin û aştiyê pêk neanî û bi Peymana Lozanê re demek şûn ve gel hatin tunehesibandin û nasnameyan ji nedîtî ve hatin. Esengul anî ziman ku bi Peymana Lozanê re dewlet bûye rengekî ‘yekperest” û got: "Komar nekariye aştiya civakî û ne jî yekîtiyê pêk bîne. Lê mixabin netew dewlet hewl da ku tengavê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bixe. Armanca netew dewletê ew bû ku her cudahî û cihêrengiya ku heye ji holê rake. Lê belê divê siyaset di nava xwe de siyaseta civakî jî bigire nava xwe. Yekrengî sîstemek e ku nêrîn û têgihiştinên cuda red dike û yên heyî tune dike. Em dikarin bibêjin ku dîroka paralel a Komarê, tepisandina berxwedanê bû. Vê yekperestiyê bi hafizeya civakî ya dawî re em bi Dadgehên Îstîklalê, qetlîamên Gazî, Sêwas, înfaz, îşkence, valakirina gundan û komkujiya Roboskî re rû bi rû hişt.” 
 
‘Lozan mohra înkara kurdan e’ 
 
Esengul da zanîn ku hêzên kurewî bi Peymana Lozanê re kurd bêstatû hiştine û kurd li Rojhilata Navîn wek gelê “qurban” hatine hilbijartin. Esengul anî ziman ku feraseta 'welatê hevpar' a li Lozanê li ser esasê 'serîtewandinê’ bi desthilatdaran re hatiye avakirin û got: "Hewl dan kurdan di nava du nikan de bihêlin û xwestin kurd bêpozîsyon bimînin. Lozan mohra înkara kurdan e. Em jî dibêjin ku deynê stûyê me ku em vê mohrê ji holê rakin. Sed sal in em li dijî siyaseta serwer çîroka xwe dinivisînin. Em ê her çîroka xwe binivisînin. Ev pergal her tim li ser me çîroka xwe nû dike û dinivisîne. Lê em ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî vê pergalê bernedin. Em Lozanê qebûl nakin. Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin. Helbet rêya rizgariya ji vê pergala otokratîk, yekperest û antî demokratîk ku bi destê Lozanê hatiye afirandin, di Komara Demokratîk de derbas dibe.” 
 
Bi Lozanê gelê kurd tune hat hesibandin
 
Herî dawî rojnameger nivîskar Erdogan Aydin da zanîn kurd bi Lozanê tune hatine hesibandin û got:"Bi Lozanê re netewperweriya tirk hat bilindkirin. Ji bo meseleya kurd çareseriyên demokratîk nehatin afirandin."