Li Qersê qeza çêbû: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • 13:57 30 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
QERS - Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê û di encama qezayê de 7 kesî jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
 
Li navçeya Qamûşanê ya Qersê otobusa rêwiyan a aydê Tûrgût Reîsê ji pira Karakurtê ya bi qasî 50 metre bilind e, qelibî û gindirî newalê bû. Piştî qezayê gelek tîmên tendûristiyê û agirkûjiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gor agahiyên ku hatin girtin di qezayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûne.