Kovara Jin bi berga 'Şoreşa bi koka xwe re hat gel hevdu: Rojava' derket
- 12:01 30 Tîrmeh 2023
- Rojane
STENBOL - Hejmara 22'yan a Kovara Jin derket. Di vê hejmarê de Şoreşa Rojava bû mijara bergê.
Hejmara 22'yan a Kovara Jin a her rojên yekşemê derdikeve vê carê bi berga "Şoreşa bi koka xwe re hat gel hevdu: Rojava" derket. Di kovarê de jinan cih dan Şoreşa Rojava ya ket sala 11'an.
Sernavên di kovarê de cih digirin wiha ne:
*Şoreşa bi koka xwe re hat gel hevdu: Rojava / Emma Rengîn
*Ji girtinê ber bi azadiyê ve 'Gurzek Por' / Figen Yuksekdag
*Exlaqîbûn bûyereke çandê ya civakî ye / Saliha Ayata
*Tecawizkar, îstismarkar, kujerên jinan careke din bera kuçeyan didin / Oya Açan
*Mêtingeriya li ser zarokan a di xêzefîlman de: Lingên Heidiyê / Esma Kaya Ceylan