Li dijî komkujiya 3'yê Tebaxê meş hat lidarxistin

  • 11:46 30 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê di pêşengiya şaredariyên gel ên Şengalê de bi sedan kes li ‘Korîdora Mirovî’ meşiyan û ev peyam dan: “Roja fermanê li me giran e, lê em vê roja reş li ser xwe qebûl nakin. Tebax meha berxwedan, tolhildan û qehremaniyê ye. Em gerîla û şervanên ji bo Êzidiyan Korîdora Mirovî vekirin, ji bîr nakin.”
 
Li Şengalê çalakiyên bîranîna fermana 3’yê Tebaxa 2014’an berdewam dikin, bi vê boneyê duh êvarî jî bi pêşengiya şaredariyên gel ên Şengalê, bi beşdariya sedan kesî li ‘Korîdora Mirovî’ meşeke hate hate lidarxistin.
 
Bi sedan kes bi dirûşmeya ‘Kê bazda, pêşmerge’ û ‘Bimire îxanet’ li ser vê rêyê meşiyan û bi taybet li dijî xiyaneta PDK’ê hêrsa xwe nîşan dan. Her wiha ciwanên Êzidî bi pankarta ‘Gerîla hebûna me ye’ silav li têkoşerên azadiya Kurdistanê kirin. Piştî meşê daxuyaniyek li ser navê şaredariyên gel ên Şengalê ji aliyê Xelîl Hecî ve hate dayîn.
 
Xelîl Hecî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ev rê ji bo Êzidiyan ‘Rêya mirovahiyê’ ye û wiha got: “Zarok, dayik û malbatên divê rêyê de rizgar bûn. Bi xêra xwedê û bi saya Serok Apo em rizgar bûn, em ji Çiyayê Şengalê silavên xwe yên germ dişînin Îmraliyê. Dîsa em hêzên HPG, YJA-Star, YPG û gelê xwe yê li Rojava û Başûrê Kurdistanê silav dikin. Em weke civaka Êzidî ne qenciyê ji bîr dikin, ne jî xirabiyê.”
 
‘Meha 8'an meha berxwedanê ye’
 
Xelîl Hecî her wiha xiyaneta PDK’ê ku li Êzidiyan kiriye jî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Xiyaneteke mezin li me hate kirin, di bin navê DAIŞ’ê de ferman rakirin. DAIŞ’a hov bi desteka dewletan bi taybet jî dewleta Tirk, Iraq û Sûriyeyê xiste bin destê xwe. Lê Çiyayê Şengalê serê xwe bilind kir, xortên Êzîdxanê û şagirtên Rêber Apo serî rakirin û kevirek ji Çiyayê Şengalê jî nekete destê dijmin. Roja fermanê li me giran e lê em vê roja reş li ser xwe qebûl nakin. Meha 8'an meha berxwedanê ye, meha 8'an meha tolhildanê ye, meha 8'an meha qehremaniyê ye.”
 
Piştî vê axaftinê, li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Sedo axivî û bi bîr xist ku ev rêya azadiyê bi saya şervanên azadiyê û xwîna cangoriyan hatiye vekirin.
 
Piştî axaftinanan meş bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimire îxanet’ bi dawî bû.
 
Hêjayî gotinê ye di dema fermanê de têkoşerên azadiyê û şervanên Rojava di navbera komelgehên Dîgurê û Duhola de korîdorek mirovî vekiribûn û bi hezaran Êzidî derbasî Rojavayê Kurdistanê kiribûn ku civaka Êzidî ji vê rêyê weke ‘Rêya Azadiyê’ bi nav dike.