'Heta kujerê Ezgiyê neyê girtin em ê li kolanan bin'
- 22:21 29 Tîrmeh 2023
- Rojane
ÎZMÎR -Jinan diyar kirin ku kujerê Ezgî Zerkîn, Denîz Ozarslan saleke nehatiye girtin û gotin heta neyê girtin wê têbikoşin.
Li Îzmirê di 29'ê Tîrmeha 2022'an de mêrê bi navê Denîz Ozarslan jina bi navê Ezgi Zerkîn qetil kir û winda bû. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin(KCDP) daxuyaniyek da û diyarkirin ku saleke kujerê Ezgî Zerkîn nayê girtin.
Dayika Ezgiyê, Ziynet Zerkîn axivî û got saleke li pey kujerin û got ewlehiya canê wê jî tuneye.
Endama KCDP'ê Tulîn Osmanoğullari diyar kir ku ji roja ewil de şopdarên buyerê ne û da zanîn ku heta kujer neyê girtin wê têbikoşin.