Kongra Star li dijî sûcên qirkirina jinan daxuyanî da

  • 13:03 29 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star sûcên qirkirina jinan şermezar kir û diyar kir ku ew ê li dijî komkujî û qirkirina jinan têkoşînê xurt bikin.
 
Kongra Star a kantona Qamişloyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Kongra Starê Medya Mihemed ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di kêmî 2 mehan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 jin bi destê kesên xwedî zîhniyeta baviksalar hatin qetilkirin. Her wiha îşaret bi Komkujiya Şengalê (3'yê Tebaxê) hat kirin.
 
Kongra Star diyar kir: “Wek tevgereke jinan a şoreşa Rojava em ê li hember vê tundiyê bêdeng nemînin. Em ê li hember hemû rengên tundiyê ku têkoşîna jinan dike hedef, têkoşînê bilind bikin.”