HDP û Partiya Çep a Kesk dema civînên xwe yên gel dirêj kirin

  • 11:24 29 Tîrmeh 2023
  • Ramyarî
ENQERE - Hevdîtinên gel ên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk ku piştî hilbijartinê dabûn destpêkirin li ser daxwaza gel heta 30’ê Tîrmehê hatin dirêjkirin. Encamên civîn, komxebat û biryarên di komxebatan de ku bên girtin, wê di kongreya ku tê payîn di meha îlonê de bê lidarxistin de bên niqaşkirin.
 
Qonaxa duyemîn a Civînên Gel ku li ser rexne-rexnedayînê û ji nû ve avakirinê yên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk piştî hilbijartinê dabûn destpêkirin, bi dawî bû. Civînên gel ên ku di 10'ê Tîrmehê de dest pê kiribûn û dihat plankirin di 25'ê Tîrmehê de biqedin, li ser daxwaz û tevlêbûna gel heta 30'ê Tîrmehê hatin dirêjkirin.