Li Şengalê welatiyên Ereb ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

  • 10:08 29 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê bi pêşengiya Meclîsên Gel ên herêma Ereban ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Di meşê de bang li raya giştî hat kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê tê meşandin bêdeng nemînin.
 
Duh êvarê yekem car civaka Ereb a Şengalê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin. Meşa ku bi pêşengiya meclisên gel ê herêma Ereban pêk hat, bi sedan kes beşdar bûn û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.
 
Meşê bi dirûşmeya ‘Bi pergala neteweya demokrat, em ê tecrîda Îmraliyê bişkînin’  ji seytereya gundê Xelefê dest pê kir û heta gundê Barê dewam kir. Di meşê de posterên Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û bê navber dirûşmeyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatin berzkirin.
 
Piştî girse giha gundê Barê li wir daxuyaniyek hat dayîn.
 
Di destpêka daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û wiha hate gotin : “Em li ser navê gelê Ereb ê Şengalê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ev neheqiya li Rêbertî tê kirin li gor yasayên navdewletî sûc in. Azadiya Rêbertî pêwîst e mîsoger bibe. Ji ber ku yê kariye hemû pêkhateyan li hev kom bike û aştiyê li nava hemû olan de pêk bîne Rêber Apo ye. Çawa Rêber Apo dibêje ‘Cîhan baxçeyê gulan e, ev baxçe  tenê bi gulekê geş nabe’  ew wê peyamê dide ku ger ne bi pêkvejiyana hemû gelan be cîhan geş nabe.”
 
Di daxuyaniyê de sed saliya peymana Lozanê û plana wê demê ya tinekirine gelê Kurd hat şermezarkirin û meş bi dirûşman bi dawî bû.