Li Mexmûrê komxebata Meclîsa Îştarê

  • 10:02 29 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di bin sîwana Meclîsa Îştarê de, bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeyê Ya Xweser, duh li avahiya Mala Gel bi dirûşma "Bi Paradîgmaya Rêber Apo, wê jina azad civaka azad ji nûve nûjen bike" komxebatek xweser hat pêkanîn.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin sîwana Meclîsa Îştarê de, bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeyê Ya Xweser duh li avahiya Mala Gel a Wargehê komxebatek xweser bi dirûşma "Bi Paradîgmaya Rêber Apo, wê jina azad civaka azad ji nûve nûjen bike" hat lidarxistin.
 
Komxebat di saet 08:30’an de destpê kir heta 18:00’an berdewam kir. Salona ku komxebat lê hatî pêkanîn bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşengên jin yên weke Şehîd Sakîne Cansiz û Evîn Goyî her wiha wêneyê jina Kurd ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatî qetilkirin Jîna Emînî, pankartên wek "Hêza Jina Azad wê tecrîda Îmralî bişkîne", "Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî, Dihone Tevnê Azadiyê" û "Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve bimeşîn" hatibû xemilandin.
 
Komxebat ku ji hemû saziyên wargehê, jin beşdarî komxebatê bibûn, bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû şehîdan hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna jinên pêşeng hatibû amadekirin hat nîşandan.
 
Her wiha piştî sînevîzyonê mijarên ku di komxebatê de li ser hatibûn rawestandin, wek "girêdanbûna jin ya bi Rêbertî re, dijî tecrîda girankirî ya ku niha li ser Rêbertî tê meşandin erk û berpirsyartiyên jinê çine, bi wê ve girêdayî destkeftiyên ku ji aliyê Rêber Apo ve hatine avakirin û lêxwedîderketina wê" û hwd bi awayê pirs û nirxandinan bi berfirehî hat domadin.
 
Di komxebatê de bal hat kişandina li ser pêşengtiya jinê ya di civaka xwezayî de û çawan jin ji aliyê pergala zilamsalarî ve hat xistina di mal de û kolekirin. Gelek nirxandinên berfireh li ser jin û xwezabûyîna wê, li ser jin û jiyanîkirina fikîr û felsefeya Rêbertî, her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erk û rola jinê çawaye hat meşandin. Piştî van nirxandinan encamnameya komxebatê hat xwendin.
 
Komxebat bi stranên Koma Stêrka Zêrîn bi dawî bû.