Komkujiya Roboskê di meha 139'an de ye

  • 16:18 28 Tîrmeh 2023
  • Rojane
ENQERE - Hewldana ji bo Roboskê Edalet, di meha 139'an a komkujiyê de daxuyanî da û got, "Welat bi giştî hatiye tunekirin. An hûn ê di serî de gavên ku wicdanê xelkên Robaoskê û yê me hemûyan rehet bike biavêjin û an jî hûn ê di dîroka mirovahiyê de li cihê ku hûn heq dikin; ê herî kirêt cih bigirin."
 
Di ser Qetlîama Roboskî re 139 meh derbas bûn. Di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de di komkujiyê de 19 jê zarok 34 welatiyên ji gundê Roboskiya navçeya Qilebana Şirnexê jiyana xwe ji dest dan. Hewldana Ji bo Roboskî Edalet di meha 139’an de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, carek din Roboskî qet neqewime” hat hildan. 
 
Endamê Hewldana ji bo Roboskî Edalet Tanjû Gunduzalp daxuyanî da û detnîşan kir ku 139 meh in li Roboskiyê êş û azara malbatan qet kêm nebûye û got: “Kujer li ber çavê hemû dinyayê hatin veşartin û parastin. Divê hemû qetlîam bên darizandin. Îro nebe jî wê sibê hesabê wê bê pirsîn û yên berpirsiyar bên darizandin. Roboskî ezmûna dewlet û îktidarê ye. Li ser vê axê rêya aştî û edaletê di Roboskî re derbas dibe.”