Agir bi kampeke Şengaliyan ket

  • 12:04 28 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kampên Başûrê Kurdistanê yên ku Şengalî lê ne trajediya şewatê naqede. Herî dawî li li kampa Dawidiyayê agir bi 25 konteynir ket.
 
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, vê sibehê li kampa Dawidiyayê ya li navçeya Amediyê ku li parêzgeha Duhokê ye, agir bi konteyniran ket.
 
Ji ber şewatê tiştek bi kesî nehat, lê belê 25 konteynir bi temamî şewitîn.
 
Kampa Dawdiyayê sala 2014'an hate avakirin û koçberên Şengalî lê hatin bicihkirin.
 
Li kampê 500 konteynir hene û 2500 kes ji gund û komalgehên Şengalê lê dimînin.