Rewşa Gulazer Akin gihaşt asteke talûke

  • 11:57 28 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Nivîskar Gulazer Akin a ku 28 sal in girtî ye û gelek nexweşiyên wê jî hene nayê berdan, ji ber kîtleya ku di qirika wê de heye destên wê êdî nagirin û rewşa wê her ku diçe dikeve talûkeyê.  
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, girtî her roj bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin, rewşa wan jî roj bi roj girantir dibe. Serlêdanên malbat û parêzerên girtiyên nexweş ku tên kirin ji aliyê Saziyên Înfazê yên Girtîgehê ve bê encam tên hiştin. Di heman demê de ji bo girtiyên nexweş ên giran bên tehliyekirin serlêdanên ku ji Saziya Tipa Edlî (ATK) tên kirin jî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” tê dayîn û berdana wan tê astengkirin. Ji girtiyên ku di girtîgehê de lîsteya girtiyên nexweş de cih digire yek jî jê nivîskar Gulazer Akin e.
 
Bi îşkenceyek giran re rû bi rû dimîne
 
Gulazer Akin a ku di 1975’an de li navçeya Xelat a Bedlîsê di nav malbatek welatparêz de tê dinyayê, di temenê zarokatiyê de bi zextên dewletê re rû bi rû dimîne. Gulazer û malbata wê di sala 1993’yan de ji ber zextên dewletê koçî bajarên wek Mêrsîn, Edene û Stenbolê dibin. Gulazer ji ber zextên ku li ser malbata wê bi dawî nabin di 1993’yan de tevlî PKK’ê dibe. Gulazer, dema ji bo tedawiyê tê Stenbolê di sala 1996’an de tê binçavkirin. Gulazer, li vê derê 10 rojan di bin çavan de dimîne û bi îşkenceyek giran a polîsan re rû bi rû dimîne. Gulazerê piştî ku ji vir dibin Bedlîsê li wir jî 20 rojan di bin çavan de dimîne û li wir jî di bin îşkenceyek giran de dimîne. Gulazer, piştre tê girtin û cezayê muebbetê lê tê birîn. Gulazer a ku 28 salan girtî ma, di girtîgehên wek Amed, Mîdyad, Enqere, Stenbol, Mereş-Elbîstan, Semsûr, Gebze de ma û niha jî di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayserî de tê girtin.
 
Gelek nexweşiyên wê hene
 
Gulazer a ku di gelek girtîgehan de cezayê disîplînê û hûcreyê lê tê birîn, di vê pêvajoyê de nexweşiyên wê jî giran bûn. Gulazer, beriya ku bê girtin nexweşiyên wek ûr (kîtle), di sînga wê de, nexweşiyên jinan û helandina hestiyan hebû. Gulazer ku dema li Semsûrê girtî ma ji serê xwe emeliyata ûr bû, li Gebzeyê jî ji ber ûrê di sînga xwe de emeliyat bû. Ligel hemû nexweşiyan jî di girtîgehê de bi koronayê (Kovîd-19) dikeve. Gulazer ji ber helandina hestiyan roj bi roj lawaz dibe û ji malbata xwe re gotiye ku ji ber kîtleya di qirika xwe de nikare tiştekî daqurtîne. Rewşa kîtleya di qirika wê de hatiye asteke bilind û ji ber vê jî destên wê êdî nagirin.
 
‘Xwişka min wek mûmê roj bi roj dihele'
 
Bi xwişka Gulazer, Refîka Akin re dema ku em diaxivin, anî ziman ku Gulazera ku tu carî behsa nexweşiyên xwe nedikir, diyar kiriye ku di rewşeke pir xirab de ye, kîtleya di qirika wê de gihiştiye asteke bilind û ji ber vê yekê jî nikare tiştekî daqurtîne. Refîka, destnîşan kir ku her ku diçin hevdîtinê dibînin ku roj bi roj dihele. Refîka, da zanîn ku xwişka wê bi vîrûsa Kovîd-19 ketiye lê ji wan re tu tiştek negotiye  wiha dom kir: “Xwişka min ji xwe zêdetir malbata xwe difikire. Ji ber vê yekê ji me re zêde behsa nexweşiyên xwe nake lê belê vê carê di rewşeke pir talûke de ye ji ber vê yekê behsa rewşa xwe kir."