139 pez di xendeka ku leşkeran kolandibûn de mirin

  • 19:30 27 Tîrmeh 2023
  • Rojane
WAN- Li gundê Navrêya li sînorê Îran-Tiriyeyê 139 pez ketin xendeka ku leşkeran kolandibû û têde mirin.
 
Li navçeya Ebex a Wanê li gundê Navrê ya li sînorê Îran-Tirkiyeyê bû, 139 pezên gundiyan ketin xendeka ku leşkeran kolandibû. Li ser vê hevserokê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û parlamenterên partiya çep a Kesk ê Wanê Sînan Çîftyurek û parlamenterê partiya çep a Kesk a Wanê Zulkuf Uçar û heyeta ligel wan çûn gund û daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku desthilatdariya heyî navbera bajaran de dîwar hûnandin û bi vê jî sÎnor nemane niha xendek kolandine û wiha got: “139 pez ji ber xendekê telef bûn. Du şivan jî mirinê filitîne. Em her cureyê kolandina xendekan şermezar dikin. Divê hikûmet bê ji gundiyan lêborînê bixwaze û zirara welatiyan ji holê rake. Em heta dawî li cem gelê xwe ne û wê şopdarê dozê bin.”