Rêxistina Sara qetilkirina Rewaa şermezar kir

  • 16:33 27 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a şaxa Helebê qetilkirina ciwana bi navê Rewaa şermezar kir.
 
Ciwana bi navê Rewaa Muslih El Uweyd (21) 25`ê Tîrmehê li navçeya Til Koçerê ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin. Rêxistina Sara têkildarî mijarê bi beşdariya endamên xwe û nûnerên rêxistinên jinan ên li Helebê daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku cezayên giran li sûcdar bên birîn û dawî li kiryarên der exlaqî yên li dijî jinan bê anîn.  Hat destnîşankirin ku tundiya li dijî jinan, yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî zêde di vê demê de belav e û têkildarî xeteriya tundiyê li ser jin, zarok û civakê hişyarî hat dayîn.