Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin pêk anî

  • 14:45 27 Tîrmeh 2023
  • Rojane
ENQERE - Di roja duyemîn a "Nobeta Edaletê" a ku malbata Şenyaşar li ber Wezareta Edaletê dest pê kir de, ne bi Wezîrê Edaletê re bi cîgir re hevdîtin pêk anîn.
 
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk a Rihayê Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Edaletê çalakiya "Nobeta Edaletê" dabûn destpêkirin di roja duyemîn de ye. Meclîs û Wezareta Edaletê, danê sibê ji aliyê polîsên çevîk û polîsên sivîl ve hat girtin. Li Guvenpark a li derdora wezaretê ye, tedbîrên berfireh hatin girtin. 
 
Duh meşa Malbata Şenyar a ber bi Wezareta Edaletê hat astengkirin û îro ji bo Emîne Şenyaşar çalakiya rûniştinê pêk neyne hêşînayiya li dorê hat avdan. Ji ber ku polîsan nehiştin bi meşê bên Wezareta Dadê, Malbatê bi maşîneyê hat wezaretê. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Zekî Îrmez bi malbatê re hat wezaretê. Çapemeniya ku xwest serdana malbatê bikişîne ji hêla polîsan ve hat astengkirin. 
 
Malbata ku demek dirêj ji bo hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re pêk bê rawestiyan û piştre ji bo cîgirê wezîr re hevdîtinê pêk bîne ketin hindûrê avahiyê.