ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 27 Tîrmeh 2023
  • Rojev
 
* Mînaka dawî ya destdirêjî û tacîzê ya bi polîtîka şerê taybet li Kurdistanê tê meşandin, li Şemzînanê hat jiyîn. Gumanbarên ku tecawizê Esra Y. ya 11 salî kirin hatin berdan. Jinan diyar kirin ku berdana gumanbaran parçeyek qirkirina jinê ye û got divê her kes li dijî gumanbar û sûcê hatiye kirin bertek nîşan bidin. BI DÎMEN 
 
* Jinan diyar kirin ku divê di hevdîtinên TÎS’ê yên di meha Tebaxê de wê pêk bên daxwazên jinan li ser masyê hebin û gotin Memur-Sen û Kamu Sen jinan tune dihesibînin. Jinan gotin heta daxwazên wan neyên cih wê têbikoşin.
 
*Jinên Wanê, bertek nîşanê qeyrana aborî dan û dan zanîn ku bi kevçî didin û bi çoçikê distinîn û gotin:  “Em nikarin debara xwe bikin. Em bang li hikûmetê dikin ku dawî li vî şerî bîne û li dijî qeyranê gavên çareseriyê bavêje.” BI DÎMEN 
 
* Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê bir Enqereyê, diyar kir ku ji bo hevdîtinê bi Wezareta Edaletê re bikin zêdetirî 30 serlêdan kirine lê nehatine qebûlkirin. Emîneyê diyar kir ku heta ku edalet pêk were ew ê wekî Rihayê li Enqereyê jî nobeta xwe bidomînin. BI DÎMEN 
 
*  Parlamentera Partiya Çep a Kesk Perîhan Koca diyar kir ku cendermeyan nehiştin ku em biçin Daristana Akbelenê û bi tund êrişê kirin û got: "Ev tişt nîşaneya hiqûqa dijmin e û ew ê bi gel re berxwedana xwe bidomînin." BI DÎMEN