Bi skeçê bersiv dan tundiya li ser jinê

  • 21:18 26 Tîrmeh 2023
  • Rojane
EDENE - Pîrebokên Kampusê, bi skeçekê balkişandin ser tundî û kuştinên li ser jinan û banga têkoşîna hevpar kirin.
 
Pîrebokên Kampusa Edeneyê bi armanca balê bikşînin ser kuştinên jinan li Qada Gençlîk skeçek lîstin. Jinan diyar kirin ku wek pîrebokên kampusê bi dirûşma ‘em ê biguherin’  kampanya dane destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de li qadane û li dijî tundî û qetilkirina jinan banga têkoşînê kirin.