Songul Bagatir piştî 30 sal 6 meh şûnde hat berdan

  • 12:59 26 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
KOCAELÎ - Songul Bagatir a ku 30 sal û 6 meh in girtî bû îro hat berdan. Songul ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kocaeliyê hat berdan wiha got: "Ya girîng têkoşîn û berxwedan e."
 
Songul Bagatir, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kocaeliyê, piştî 30 sal 6 meh şûnde hat berdan. Heval, malbat, Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Dîlek Sonmez, endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk Fatma Ablay, Songul pêşwazî kirin. 
 
Li ber girtîgehê Songul axaftinek kurt kir û got: "Bi rastî ez pir bi kelecan im, ya girîng şer û berxwedan e."
 
Songul di sala 1993'yan de li Êlihê hat binçavkirin û 30 sal ceza lê hat birîn. Di nava 30 salan de Songul sirgunê li girtîgehên wek Amed,  Riha, Sêrt, Êlih, Şakran, Alanya, Şirnex, Wan, Erzirom, Xarpêt û Tarsûsê hat kirin. Herî dawiyê jî sirgunê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kocaeliyê kiribûn. 
 
Tehliyeya Songulê ji hêla Lîjneya Şopandin û Îdarî ya Girtîgehê ve 6 mehan hat astengkirin.