Rojnameger Delal, Sîbel û Evrîm hatin berdan

  • 20:28 25 Tîrmeh 2023
  • Rojane
ÎZMÎR/ ENQERE – Rojnamevan Delal Akyuz , Sîbel Yukler û Evrîm Denîz ku danê sibehê hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. 
 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuza li Îzmîrê hat binçavkirin û edîtora T24'ê Sîbel Yukler ku li Enqereyê hat binçavkirin, hatin berdan. 
 
Delal û Sîbel ku bi îdiaya "kesên li dijî terorê têdikoşin nedef nîşan dane" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.
 
Rojnamevan Evrîm Denîz jî ku li Amedê gava ji bo îfadeyê çû Qereqola Hûzrê hat binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê jî ew bi şertê kontrolkirina edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar kir. Dadgeriyê Evrîm Denîz bi şertê kontrolkirina edlî berda.